Wezîrên Parastinê yên DYA û Îngilîstanê li Pentagonê daxuyaniyek hevpar a çapemeniyê li dar xistin û diyar kirin ku rewşa li Sûriyeyê êdî “nikare were kontrolkirin.”
Piştî ku pevçûnên dijwar ên li Sûriyeyê gihiştin paytext Şamê, Wezîrê Parastinê yê DYA Leon Panetta û Wezîrê Parastinê yê Înligîz Philip Hommond li Pentagonê daxuayniyek da çapemeniyê û diyar kirin ku rewşa li Sûriyeyê êdî “nikare were kontrolkirin.”
Wezîrê Amerîkayî got; “Ev rewş êdî bi awayeke lezgîn ji bin kontrolê derdikeve, ji ber vê jî divê ji bo Esad dest ji desthilatiyê berde û pirsgirêk bi rêya aşitiyane çareser bibe, divê welatên ku vê gumana me parve dikin zêdetir zextan lê bikin.” Wezîrê Înglîz jî diyar kir ku ew tevlî daxuyaniyê Panetta dibe.