Wê konê li gundê Ovan neqlî gundê Masara bê kirin
Wê konê li gundê Ovan neqlî gundê Masara bê kirin
Wê konê li gundê Ovan neqlî gundê Masara bê kirin
Konê li gundê Ovan ku bi armanca piştgiriya berxwedana Kobanê li ser sînor hate vedan û bi hezaran welatî ber bi heman qadê ve diçin dibin gundê Masara yê ku li nêzî Deriyê Sînor ê Kobanê Serxet. Hate ragihandin ku li hemberî Kobanê li ser sînor dê 10 kon bên vedan.
Herikîna welatiyan a li ser sînorê şerên dijwar ên di navbera şervanên YPG/YPJ'ê û çeteyên DAIŞ'ê de pêk tên berdewam dike. Piştî her diçe hejmara girseyê zêde dibe maseya krîzê ya hatî avakirin biryara konê li gundê Ovan hatiye vedan bibin nêzî Deriyê Sînor ê Kobanê Serxetê hat girtin. Hate hînbûn ku kon dê li gundê Masara ê ku nêzî sînor dê bê vedan. Maseya krîzê diyar kir ku piştî hejmara welatiyên tên ser sînor zêde bû dê hejmar konên bên vedan jî zêde bibe. Hate hînbûn ku dê li gundê Masara 10 kon bên vedan û li gorî hewcehiyê hejmar dibe ku zêde bibe.