Wê şahiya 15’ê Tebaxê ya Amedê li Qada Îstasyonê bê lidarxistin
Wê şahiya 15’ê Tebaxê ya Amedê li Qada Îstasyonê bê lidarxistin
Wê şahiya 15’ê Tebaxê ya Amedê li Qada Îstasyonê bê lidarxistin
Hat ragihandin ku Walîtiya Amedê destûr nedaye şahiya 15’ê Tebaxê ya wê li Qada Batikent hatiba pîrozkirin. BDP’ê da xuyakirin ku wê şahî li Qada Îstasyonê bê lidarxistin.
Walîtiya Amedê destûr neda şahiya salvegera 15’ê Tebaxê ya wê di pêşengiya Rêxistina Amedê ya BDP’ê de li Qada Batikent hatiba lidarxistin. Berî niha bi sê rojan ji bo pîrozkirina salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê Rêxistina Bajêr a BDP’ê ya Amedê serî li Walîtiya Amedê da. Walitiyê di bersiva xwe de da xuyakirin ku Qada Batikent ji bo mîtîngan qedexe ye.
Piştî ji hevdîtinên hevserokên rêxistina Amedê ya BDP’ê bi Walitiya Amedê re jî encamên neyênî derketin, hat gotin ku wê şahî li Qada Îstasyonê were lidarxistin. Şahiya li Qada Îstasyonê wê sibe saet 19.00’an bê lidarxistin.