'Wê şoreşa Kobanê û Rojava mutleq bi serketinê encam bibe'
'Wê şoreşa Kobanê û Rojava mutleq bi serketinê encam bibe'
'Wê şoreşa Kobanê û Rojava mutleq bi serketinê encam bibe'
Heyeta Serokên Giştî û rêveberên HDP, SDP, ÎHD, EMEP di nav de der basî Kobanê ya ku bi rojane li hember çeteyên DAIŞ li ber xwe dide bûn û bi rayedarên Kantonê re hevdîtin pêk anîn. Piştî serdanê li Deriyê Sînor ê Murşît Pinar Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag diyar kir li Kantona Kobanê ji heft salî heta heftê salî mirov li eniyan e û got ku wê şoreşa Rojava û Kobanê bi serkeftinê encam bibe.
Hevseroka Giştî ya HDP Fîgen Yuksekdag, Hevserokê Giştî yê SDP’ê Ridvan Turan, Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, Seroka Giştî ya EMEP Selma Gurkan, Alîkara Seroka Giştî ya HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Rêveberên Hiqûqnasên Kurdistanê, Şaredarê berê yê Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr Kobanê ya bi rojane li hember çeteyên DAIŞ li ber xwe dide ziyaret kirin. Heyeta ji Deriyê Sînor ê Murşît Pinar derbasî Kobanê bû, piştî bi Serokwezîrê Kantona Kobanê Enver Muslim û wezîrên Kantonê re hevdîtin pêk anîn vegeriyan.
Di vegerê de li ser navê heyetê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag axaftinek kir. Yuksekdag diyar kir ku têkildarî şer û pevçûnên dewam dikin bi rêveberiya kantonê re axivîne û ji heft salî heta heftê salî mirov li eniyê ne.
‘BI BERXWEDANEKE BÊHEMPA ÇETE PAŞDE HATIN ŞIKANDIN’
Yuksekdag diyar kir siyasetmedarên pêre hevdîtin pêk anîn jî li rex şervanên YPG’ê re di eniyên şer de bûn û hemû kes bi YPG’yiyan re mil bi mil li hemberî çeteyan li ber xwe didan. Yuksekdag da xuyakirin her welatîyê Kobanê û siyasetmedarên li rastî wan hatine xwedî moral û motîvasyoneke bilind bûn û wiha dewam kir: “Duh bi şev şerê herî mezin pêk hat. Lê di encama berxwedana bêhempa ya hat nîşandan de çete paşde hatin şikandin û herî kêm 15 kîlometre neçar man paşde biçin. Her kesên em li wan rast hatin xwedî moralekî bilind bûn û ji me re ragihandin ku hinek şervanên di şer de cebilxaneya wan xelas bûne çalakiyên fedayî pêk anîne.” Yuksekdag da xuyakirin ku rêveberên kantona yên ji bo hevdîtina bi wan re ji eniya şer hatin, piştî hevdîtina bi wan re cardin vegeriyan eniya şer.
‘HEMÛ BI ŞÊWEYEKÎ BI BIRYAR LI BER XWE DIDIN’
Yuksekdag da xuyakirin nûçeyên hin medya û gotinên derdorên ku dibêjin Kobanê ket ne rast in û got ku hemû kes bi şêweyekî pir bi biryar li ber xwe didin û şoreşa Rojava û Kobanê misoger wê bigehe serkeftinê. Yuksekdag bang li hemî kesî kir ku xwedî li şoreşa Kobanê û Rojava derkevin kir, wiha got: “Şoreşa Kobanê û Rojava wê mutleq bi ser bikeve. Ji ber ku me di gel, şervan, siyasetmedarên li wir ruhê bi biryar û berxwedanek mezin dît. Hevalên li wir diyar kirin ku berxwedana gelê me li sînor daye destpêkirin pir bi wate ye û hêz daye wan û silavên xwe şandin. Em jî niha diçin rex gelê xwe yê bi rojane li ber xwe didin. Û ez carek din dixwazim ji hemû kesî re vê bêjim. Gelê me yê li Kobanê û Rojava wê mutleq bi ser bikeve.”
Piştî daxuyaniyê endamên heyetê çûn cem girseya nobeta berxwedanê didomînin.