Wekîla BDP'ê Selma Irmak di bin dorpêça leşkeran de hate Qoserê
Wekîla BDP'ê Selma Irmak di bin dorpêça leşkeran de hate Qoserê
Wekîla BDP'ê Selma Irmak di bin dorpêça leşkeran de hate Qoserê
Parlementera BDP'ê ya Şirnexê ya girtî Selma Irmak ji bo tevlî merasîma cenazeyê bavê xwe bibe bi leşkeran re hate Qoserê. Irmak dema ku li konê taziyeyê bi endamên malbatê re hate cem hev bû sedema demên hestiyar û destûrê nadin biçe gundê Wekîlan yê ku bavê wê lê bê definkirin.
Bavê Parlementera BDP'ê ya Şirnexê ya girtî Selma Irmak Yusuf Irmak roja borî ji ber nexweşiya penceşerê jiyana xwe ji dest dabû. Irmak ji bo tevlî merasîma cenazeyê bavê xwe bibe bi riya parêzerê xwe re ser li dozgeriyê da û dozgeriyê bersiva erênî da. Li ser vê yekê Wekîla BDP'ê Irmak di demjimêrên sibehê de bi leşkeran re hate taxa Tepebaşi ya navçeya Qoserê ya Mêrdînê ya konê şînê hatî vekirin. Bi Irmak re gelek leşker hatin û 2 leşker bi Irmak re derbazî konê şînê bûn. Li vir Irmak yek bi yek bi endamên malbatê hembêz kirin û ev yek bû sedema demên hestiyar. Dema dayîka Irmak Emîne Irmak keça xwe Irmak hembêz kir li ser hêşên xwe çû. Apê Irmak Silêman Irmak jî demek dirêj Irmak hembêz kir û giriya. Pişt re Wekîla BDP'ê Irmak parlementerên BDP'ê Nursel Aydogan û Erol Dora û gelek kesên din hembêz kirin û taziye qebûl kirin. Ligel gelek wekîlên BDP'ê, şaredarên herêmê, rêveberên BDP'ê yên, KESK, DÎSK, MADAY-DER, MEYA-DER û gelek kesên din hatin konê şînê.
Hate zanîn ku, ji Wekîla BDP'ê Irmak re tenê ji bo di konê şînê de cih bigirine destûr hate dayîn. Parlementera BDP'ê Nursel Aydogan ji bo Irmak tevlî karên veşartinê yên li gund bibe bi Wezîrê Navxweyî, Wekîlê Serokê Koma AKP'ê û Waliyê Mêrdînê de hevdîtinan pêk bîne hewildanan dike û hewildanên wê berdewam dikin. Lê heta niha hemû hewildan bê encam man. Irmak li konê şînê radiweste. Hate hînbûn ku ji Irmak re 2 roj destûr hatiye dayîn.
Bavê Wekîla BDP'ê Irmak Yusuf Irmak dê li gundê Welîke yê navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê bê definkirin.
Hate zanîn ku, ji herêma hilbijartinê ya Wekîla BDP'ê Irmak Şinrex û navçeyên wê gelek kes ji tevlî şîniya Irmak bibin bi rê ketin.