Wekîla girtî Yildirdim: Em rehîn hatine girtin

Wekîla girtî Yildirdim: Em rehîn hatine girtin

20'emîn rûniştina doza KCK'ê ya Mêrdînê pêk hat. Di rûniştinê de Parlamentera BDP'ê ya Mêrdînê ku ji doza KCK'ê girtî ye Gulser Yildirim, diyar kir ku wekî renîhan nêzî wan dibin û wiha got: "Em dê hiqûq û edaletê li ku bi cih bikin?"

20'emîn Rûniştina doza KCK'ê ya Mêrdînê ku di navde Parlamentera BDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim jî heye 8 jê girtî 22 siyasetmedarên kurt tên darizandin li 5'emin Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di rûniştinê de 8 girtî amade bûn. Dîsa parlamentera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan û Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata jî amade bûn. Dîsa delîl hatin xwendin û nasnameya girtiyan hat xwendin.

Di vê rûniştinê de Parlamentera BDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim parastin kir û diyar kir ku, 4 salin girtî ne û heta niha tiştek nehatiye guhertin. Yildirim, da zanîn ku ew rehîn hatine girtin û ev yek cihê wê ne di nava hiqûqê û ne jî di nava edaletê de heye.

Piştî Yildirim, parêzeran parastin kirin û xwestin girtiyên siyasî serbest bên berdan. Pişti navberê heyeta dadgehê biryara berdewama girtina siyasetmedaran da û doz taloqî 24'ê kanûnê kir.