Wekîlê BDP’ê yê girtî sewqî Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê kirin

Wekîlê BDP’ê yê girtî sewqî Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê kirin

Parlamenterê BDP’ê yê Wanê Kemal Aktaş  ku ji bo ku mexdurê darbeya 12’ê Îlonê bû serlêdana sûc kiribû, birin Saziya Tiba Edlî.

Parlamenterê BDP’ê yê Wanê ku ji doza KCK’ê girtî Kemal Aktaş, ji ber ku di darbeya leşkerî ya 12’ê îlonê de îşkenceyên giran dîtinbû, serlêdana sûc kiribû. Aktaş ji bo tespîta şopên îşkenceyê ya fîzîkî û ruhî ji girtîgeha Tîpa D ya Amedê sewqî Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê  kirin.

Aktaş pitşî encamê testên tibî dê dîsa bînin girtîgeha Tîpa D ya Amedê.