Wekîlên Alman: Bila cîhan li hember komkujiya Kurdan bêdeng nemîne
Wekîlên Alman: Bila cîhan li hember komkujiya Kurdan bêdeng nemîne
Wekîlên Alman: Bila cîhan li hember komkujiya Kurdan bêdeng nemîne
Komek ya di nav de endamên Meclisa Federal jî heyî parlementer û parêzvanên mafê mirovan ên Alman balkişandin ser komkujiya li Rojavayê Kurdistanê û ji bo Yekitiya Ewropa û Alman “Bikeve tevgerê” bangawazî kirin. Parlementeran xwest, ji bo Tirkiye, Qetar û Erebîstana Siûdî piştgiriyê nedin komên olî ên radîkal zextê li ser bikin.
Komkujiyên komên çete ên girêdayî El Qaîdeyê li Rojavayê Kurdistanê didomin, komek ya parlementerên endamên Partiya Çep ya Almanyayê û parêzvanên mafê mirovan bi zimanekî tund êrîşên li ser sivîlên Kurd şermezar kirin. Komê da diyarkirin ku, di nava 5 rojên dawî de 70 sivî hatin qetilkirin û 300 kes jî hatine revandin, her wiha xwestin firotina çekan bo Sûriyeyê raweste. Kesên îmzeyên xwe avêtine binê daxuyaniyê evin:
Endamên Meclisa Federal ya Partiya Çep: Heidrun Dittrich, Annette Groth, Andrej Hunko, Ulla Jelpke, Harald Weinberg, ji berdevkên Konseya Aştiyê ya Almanya Federal Dr. Peter Strutynski, lêkolînerê Aştiyê Dr. Werner Ruf, endama Meclisa Eyaleta Hamburgê ya Partiya Çep Cansu Ozdemîr, Endamê Meclisa Şaredariya Nurnbergê Marion Padua û berdevkê Koma Xebatê ya Kurdistanû Tirkiyeyê yê Partiya Çep Martîn Dolzer.
“BILA ZEXTÊ LI SER TIRKIYE, QETAR Û EREBÎSTANA SIÛDÊ BIKIN’
Siyasetmedarên Alman bibîrxistin ku, piştî ANF’ê di nûçeyekê de bilav kir ku, piştî civîna 26’ê Tîrmehê li Dîlokê civîna hatiye kirin û di civînê de biryara êrîşa li ser Kurdan hatiye girtin û diyarkirin ku, Tirkiye, Qetar û Erebîstana Siûdî hemû cûre alîkariyên leşkerî ji komên Îslamî ên Sûriyeyê re dişînin. Parlementer û parêzvanên mafê mirovan ên Alman destnîşankirin ku, heya niha li Sûriyeyê herêmên herî aram û bi ewle herêmên Kurdan bû û ev bang kirin:
“Kurdan li Sûriyeyê bi awayek demokratîk rêveberiyên xwe avakirin. Demek dirêj bû ku ev herêm di hedefa Tirkiyeyê de bû û armanc dikir ewlekariya herêmê xirab bike. Ji bo êrîş birawestin û komkujiyên nû çênebin pêwîste Yeketiya Ewropa û hikumeta Federal ya Almanya zextê li ser Tirkiye, Qetar û Erebîstana Siûdî bikin. Pêwîste YE û Almanya ji ber fikrên kolonyalîst piştgiriyê nede komên li Sûriyeyê, li şûna vê pêwîste parêzvanên mafê mirovan bikevin tevgerê. Almanya ku piştgiriya polîtîkayên êrîşwarî ên Tirkiyeyê dike, pêwîste fuzeyên patriot ên li ser sinorê Tirkiye-Sûriye bicih kiriye paşde vegerîne.”