Wekîlên gel: Ji bo Kobanê seferber bibin
Wekîlên gel: Ji bo Kobanê seferber bibin
Wekîlên gel: Ji bo Kobanê seferber bibin

Greva birçîbûnê ya parlamenterên HDP'ê Selma Irmak, Sebahat Tûncel, Kemal Aktaş û parlamentera berê ya Parlamenta Ewropayê û endama Desteya Bicihanînê ya KCD'ê Feleknas Ûca ya li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY), di roja duyemîn de ye. Wekîlan ji ber NY banga "Ji bo Kobanê seferber bibin" li cîhanê kirin. Wekîlan gotin, "Çalakiya me, heta ku encam jê bê wê dewam bike."
Greva birçîbûnê ya parlamenterên HDP'ê Selma Irmak, Sebahat Tûncel, Kemal Aktaş û parlamentera berê ya Parlamenta Ewropayê û endama Desteya Bicihanînê ya KCD'ê Feleknas Ûca ya ji bo balkişandina ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê li ber navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) hat destpêkirin, di roja duyemîn de ye.
Greva birçîbûnê li binê onê li ber navenda NY dewam dike û Kurdistaniyan jî tevahiya şevê li cem wekîlên xwe bûn. Çalakiyeke bi vî rengî li ber navenda NY yekemcare tê lidarxistin.
‘DIVÊ NY BI BERPIRSYARÎ RABE’
Siyasetmedarên di grevê de ne, heta niha bi rayedaren NY re hevdîtinek yekser nekirine. Wekîl destnîşan dikin ku bi vê çalakiyê re ew bang li NY û hêzên navneteweyî dikin ku li hemberî êrîşên DAIŞ'ê yên li dijî Kobanê û herêmên din ên Rojava, bi berpirsyarî rabin.
Siyasetmedarên Kurd her wiha bibîrxistin ku Kampa Penaberan a Mexmûrê jî yekser di bin berpirsyariya NY de ye û diyar kirin ku bêdengiya NY ya li pêşberî êrîşên DAIŞ'ê yên li dijî Kampa Mexmûrê, nayê qebûlkirin.
‘NEDÎTINA REWŞA KOBANÊ TÊ WATEYA DESTEKKIRINA DAIŞ'Ê’
Irmak, Tûncel, Aktaş û Ûca dan xuyakirin ku divê rastiya di bin êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê de veşartiye ji aliyê her kesî ve baş bê dîtin û gotin, "Eger li Kobanê komkujiyek rû bide, em ê di serî de NY hemû hêzên navneteweyî ji vê berpirsyar bibînin."
Siyasetmedarên Kurd dan zanîn ku li hemberî êrîşên DAIŞ'ê yên bi çekên giran, Kurd bi derfetên xwe li ber xwe didin û gotin, "Nedîtina rewşa li Kobanê, tê wateya destekkirina DAIŞ'ê."
‘DAIŞ BI ALÎKARIYA HIN HÊZÊN NAVNETEWEYÎ MEZIN BÛ’
Wekîlan dan xuyakirin ku bi alîkariya Tirkiye û hin hêzên navneteweyî DAIŞ veguheriye rêxistineke ewçend derveyî mirovahiYê û gotin, "Ev rêxistin bi qirkirinê, bi destavêtina li jinan, kuştina zarokan mezin dibe. Van pêkanînên xwe jî mîna ku di nav çavên cîhanê de rakin, diweşîne. Di rewşeke bi vî rengî ya li pêş çavan de, gelo ev bêdengî ji ber çiye? Hin derdor li Rojhilata Navîn dane dû berjewendiyên xwe, lê mirovêh bêguhen tên qetilkirin. Ji bo van hemû rastiyan vebêjin, nîşan bidin ku yên li herêmê rastî komkujiyê tên bi tenê nînin û vê rastiyê di çavê hin derdoran re rakin, me li ber navenda tevahiya cîhanê bedena xwe dan ber greva birçîbûnê."
