Welatên G8 ne tesarûf, mezinbûna aboriyê dixwazin

Welatên G8 ne tesarûf, mezinbûna aboriyê dixwazin

Krîza aborî ya li Yewnanîstan û welatên din ên Ewropayê yên ku bi krîza aboriyê re rû bi rû ne, mohra xwe li civîna welatên G8 xist. Di civîna li DYA’yê pêk hat de bi taybet pêşniyara teserûfê ya Almanyayê hate rexnekirin. Rêberên G8’ê xwestin piştgirî bidin mezinbûna aboriyê, ne teserûfê.

Bi taybet Serokê DYA’yê Barack Obama got; “Ji bo hemûyan dibe ku pêngavên rast ne heman pêngav bin” û bang li welatên Ewropayê kirin ku ji bo bihêzkirina aboriya xwe hewl bidin û qûralên aborî yên ku Serokwezîra Alman Angela Merkel dispêre hemû welatên Ewropayê jî rexne kir.

Franse û Almanya ji welatên endam û welatên din dixwestin ku biçin tesarûfê û deynên xwe bigirin. Lê Franseyê piştî hilbijartina dawî êdî piştgirî nade vê planê. Planê li Yewnanîstanê jî îflas kir, piştre jî li Îtalya û Spanyayê jî rê li ber krîza aborî vekir, ev yek bû sedema tenêmayîna Almanya û YE’yê.

Serokkomarê Frensî François Hollande di daxuyaniya di civînê de da de got; “Em roja sêşemê em ê bi Birêz Merkelê re teyîd bikin ku divê Yewnanîstan di herêma Euroyê de bimîne. Xwesteka min bi xwe ew e ku Yewnanîstan di Euroyê de bimîne.”

Serokwezîra Alman Angela Merkelê jî got; “Em der barê Yewnanîstanê de axivîn. Di gotûbêjan de ji aliyê hemû endamên G8 ve hat diyarkirin ku divê Yewnanîstan di herêma Euroyê de bimîne. Lê divê Yewnanîstan jî tişta dikeve ser milê wê pêk bîne.”