Welatên G8 welatên hejar kir mehkûmê birçîbûnê

Welatên G8 welatên hejar kir mehkûmê birçîbûnê

Saziyên mezin ên navneteweyî yên alîkariyê di daxuyaniyên dan de ragihandin ku welatên G8 sozên ku dane , bi cih neanîne û welatên hejar kirine mehkûmên birçîbûnê.

Welatên G8, di sala 2009 de li Îtalyayê civîna bilind li dar xistin û di civînê de ji bo pêkanîna ewlekariya zad û xûreka gerdûnî soz dan ku di sala 2012 de 22 milyar dolar alîkarî bidin. Lê heta niha ji van 22 milyar dolaran tenê 6.5 milyar dolar ji welatên bi birçîbûnê re rû bi rû re hatine şandin. Gelek zor e ku ev 15.5 milyar dolarê ku mane heta dawiya salê bê razandion.

Herî zêde Nîjer ji van sozên welatên G8 ên nehatine bicihanîn, bandor bûye. Rêxistina alîkariyê ya Îngilîzan Save the Children (Zarokan Biparêzin), daxuyaniyek da û diyar kir ku 6 milyon zarok bi gefa birçîbûnê re rû bi rû ne. Saziyê da diyarkirin ku her çendî ev bi mehane bang li welatên G8 dikin, lê heta niha tu bersivek nedane bangewaziya wan.

Saziyê got ku daxuyaniyên Serokê DYA’yê Barack Obama ên ji bo xebatên çandiniyan li welatên bi birçîbûnê re rû bi rû ne rast e û diyar kir ku ger ev welat nekevin nava liv û tevgerê dê welatên weke Etiyopya, Xana, Burkîna Faso, Mozambîk, Peravên Diranên Fîlan û Tanzanya bi krîza birçîbûnê re rû bi rû bimînin.

Saziya alîkariyê da diyarkirin ku welatên G8 tenê xwe bi şandina mîqtara alîkariya ji bo welatan re eleqeder dikin û bala xwe nadin ser kalîteya zad û xûrekan, ji ber wê jî bi milyonan zarok, di temenê xwe yê mezinbûnê de nikarin bi başî bên xwedîkirin.

Balkêş bû ku piştî vê ev daxuyaniyên ji aliyê saziyên alîkariyê yên Save the Children û ONE ve hat dayîn, hat diyarkirin ku dê welatên NATO’yê roja yekşemê li bajarê Chicago ya DYA’yê bicivin. Sazî dixwaze NATO di civîna xwe de birçîbûna li welatên Rojava û Başûrê Efrîkayê binirxîne.

Lê pirsgirêka birçîbûnê ne tenê li Efrîkayê heye. Li gor daneyên NY’yê, li hin deverên Hindistanê bi milyonan zarok, ji ber xwarina ne bes, bi nexweşiyên kronîk re rû bi rû dimînin.