Welatiyekî li Qamişlo birîndar bû, anîn Qoserê

Welatiyekî li Qamişlo birîndar bû, anîn Qoserê

Welatiyekî di bûyerên li Qamişloyê de birîndar bû, ji bo dermankirinê anîn navçeya Mêrdîn Qoserê.

Welatiyê bi navê Yasîn Alî Şahap (35) ê di bûyerên li Rojavayê Kurdistanê bajarê Qamişlo ji stuyê xwe birîndar bû, ambûlansek Şaredariya Qoserê ew ji ser sînor girt û ji bo dermankirinê anî Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Heyetek ku di nav de endamê Meclîsa Partiyê yê BDP'ê Fesîh Ozel, Şaredarê Qoserê Ferhan Turk, Alîkarê Şaredar Bûrhan Kûrhan hebû, welatiyê birîndar ji deriyê sînor ê Dirbêsiya ser xetê wergirt û anî Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Li gorî agahiyên ji rayedarên nexweşxaneyê hatin wergirtin, rewşa birîndar giran e.

Hat hînbûn pênc birîndarên navên wan nehat zanîn jî, rakirin nexweşxaneyek li Qamişlo.