Welatiyên çûn Şehîtgeha Rojhat Bilûzerî hatin astengkirin

Welatiyên çûn Şehîtgeha Rojhat Bilûzerî hatin astengkirin

Bi hezaran welatiyên ji bo tev li vekirina "Şehîtgeha Rojhat Bilûzerî û Zelal Botan" a gerîlayên HPG'ê ya li Çiyayê Bestayê bibin ketin rê, bi fermana Waliyê Şirnexê hatin astengkirin. Piştî polîsan riya hezaran welatiyan qut kir, di navbera polîs û welatiyan de pevçûn derket.

Bi hezaran welatiyên bi boneya tev li merasima vekirina "Şehîtgeha Rojhat Bilûzerî û Zelal Botan" a gerîlayên HPG û PKK'ê ya li Çiyayê Bestayê bibin, ji navçe û gundên Şirnexê di saetên şeveqê de ketin rê. Bi hezaran welatiyên korwanekî dirêj çêkir û ketin rê, bi fermana Waliyê Şirnexê hatin astengkirin. Welatiyên ku ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin rastî lêgerînê hatin.

Polîsan li nasnameya hemû welatiyan nerî û kontrola GBT'ê kir. Dîsa hemû maşîne yek bi yek lêgerîn kir. Li nokteya lêgerînê polîsên tîmên taybet û hêzên çevîk amade bûn. Welatiyên ku carekê di konteya lêgerînê re derbas bûn, li ketina Şirnexê cara duyemîn ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. Vê carê bi hinceta "Biryara Walî ye" polîsan desetûr neda karwan riya xwe berdewam bike. Bi hezaran welatî li gel qedexe û astengiya polîsan xwestin meşa xwe berdewam bikin.

Li gel astengiyê girsê xwest bi meş biçin qadê û di navbera girsê û polîsan de pevçûn derket. Polîsan di mudaxaleyê de bombeyên gazê bikar anîn. Welatiyan jî bi keviran bersîv da polîsan. Di mudaxaleyê de bombeyek gazê li piyê Hevserokê BDP'ê yê Şirnexê Bakî Katar ket. Piştî demekê di navbera polîs û girsê de pevçûnê berdewam kir. Girsê li ber barîkata polîsan çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. Çalakî berdewam dike.