Welatiyên ji Kobanê serbest hatin berdan
Welatiyên ji Kobanê serbest hatin berdan
Welatiyên ji Kobanê serbest hatin berdan
Welatiyên kurd ku ji aliyê komên çekdar ve li destpêka Serêkaniyê hatibûn revandin, piştî hewldanan serbest hatin berdan.
Welatiyên ku ji aliyê komên çekdar ve di 17'ê çileya 2013’an de hatibûn revandin, piştî hewldan û mudaxeleyan serbest hatin berdan û gihiştin Kobanê.
Derbarê serbest berdana welatiyan de Endamê bîroya Têkiliyan ya PYD'ê Îsmet Şêx Hesen diyar kir ku wan bi haya YPG'ê komîteyek ji 6 kesên sivîl saz kirin. Hesen da zanîn ku heyetê hevdîtin bi hin aliyan re kirin, di hevdîtinê de wan aliyan soz dan ku di nava 48 seatan de welatiyan serbest berdin.
Hesen got ku bi rastî ew serbest berdan û bal kişand ku di nava welatiyên ku hatine berdan kesên ji ber îşkenceyan birîndar bibûn hebûn her wiha komên çekdar wesayitek jî birin.