Welatiyên ji komkujiyê filitîn, behsa hovîtiyê kirin

Welatiyên ji komkujiyê filitîn, behsa hovîtiyê kirin

Li bajarokên Til Hasil û Til Eran ên herêma Helebê, di 30'ê Tîrmehê de 50 û di 1'ê Tebaxê de jî 20 kes bi hovane hatin kuştin. 20 kesên dawî, dema xwestin ji Til Eranê birevin û li kamyonê siwar bûbûn, di encama gulereşandina doçkayan jiyaan xwe ji dest dan. Hemû jî jin û zarok bûn. Piştre jî çeteyan êrîşên xwe dewam kirin û bi hezaran kes neçar man birevin. Çeteya El Nûsra ya ser bi El Qaîdeyê, avêt ser nexweşxaneya li Til Eranê du ciwnê Kurd ê 23 salî yê birîndar, li ber çavên herkesî, serjê kirin.

Li dijî vê komkujiya çeteyên El Qaîdeyê Kurd rabûn ser piyan, lê hêzên herêmê û navnetewî hînê bêdeng in.

Piştî komkujiyê bi deh rojan, Serokê Herêma Kurdisana Federal Mesûd Barzanî bêdengiya xwe xera kir û xwest êrîş bên lêkolînkirin. Barzanî diyar kir ku "eger agahiyên tên dayîn rast bin" ewê ji bo parastina jin û zarokên Rojavayî, hemû derfetên xwe bikar bînin.

Hin sazî û dezgehên piştgiriyê didin çeteyan jî wicdanê wan ewçend kor bûye ku dikarin gotina "komkujiyeke bi vî rengî tineye" bikar bînin. Bi rojane şahidên komkujiyê ji ANF û hin navgînên medya re diaxivin û bêyî şik û gumanekê li holê bihêlin, yek bi yek hovîtiya çeteyan radixin ber çavan.

Gelek malbatên ji komkujiyê reviyan, piştî rêyên zor û zehmet ên li çolê, xwe gihandin Efrînê. Kevser Kalo yê 25 salî li gel dayika xwe Bêzê Abdûlla, xwişk Emîne Kalo, Cevahîr Kalo, Beşîr Kalo Zehra Kalo û şeş zarokên xwe ji Til Hasilê reviyan. Jinên ji komkujiyê rizgar bûn, roja 4'ê Tebaxê ji ANF'ê re axivîbûn û behsa hovîtiyê kiribûn.

EZ ÇI JI WE RE BÊJIM...

Malbatên hatin Efrînê ji NÛÇE TV re axivîn û behsa hovîtiyê kirin. Yek ji van şahidan, bûyerên di 8'ê Tebaxê de hatin serê wan weha anî ziman: "Kurekî min birîndar kirin, kurekî min kuştin. Nîvê gel kuştin, nîvî jî birîndar kirin. Ez çi ji we re bêjim, ew xayin in. Em di meha Remezanê de ne, olê wan tineye, îmana wan tineye...Hînê çi bêjim.."

Dayikeke din jî got, "Kurê min girtin, neviyekî min kuştin, yek wenda ye, yek jî girtin. Du kurên min niha birîndar in. Ev xayinin, ev dizin, ev kujer in." Û bi van gotinan rondikên çavên dayikê dibarin.

VANA MIROV IN?

Dayikeke din a dibêje kurê wê ji bo kar çûbû, behsa komkujiyê dike: "Ji bo gundê xwe, şerefa xwe, namûsa xwe biparêze vegeriyabû. Endamên Nûsra hatin. Vana ji deverên dûr hatine ji bo welatê me yê dewlemend talan bikin. Û kurê min şehîd kirin. Jinên me jî girtin. Ji me re digotin, 'Jinên we helal e, mêrê we jî emê serê wan jê bikin.'

Min nekarî cenazeyê kurê xwe werbigirim. Ez gora wî jî nizanim. Ev Îslam e? Ev mirov in? Ka vana ji bo şerê li dijî rejîmê hatibûn? Serê mirovan jê kirin û bang li mirovan dikirin, digotin werin werin lê binêrin û serê jêkirî li dikanan nîşanî mirovan didan. Gelo mirovek dikare tiştekî weha bike?"