Welatiyên Kobaniyê kiryarên çeteyên El Qaîdeyê protesto kirin

Welatiyên Kobaniyê kiryarên çeteyên El Qaîdeyê protesto kirin

 Li bajarê Kobanê jibo şermezarkirina êrîşên komên çete yên DAIŞ`ê yê li dijî welatiyên sivîl yên herêmên Minbic, Cerablus û Ezazê çalakî lidar xistin û êrîşa şermezar kirin.

Bi armanca şermezarkirina êrîşên komên çeteya yên li dijî welatiyên Kurd yên li herêmên Minbic, Cerablus û Ezazê bi sedan welatiyên bajarê Kobanê çalakî lidar xistin û êrîş şermezar kirin. Çalakî li meydana  Azadî ya bajêr bi deqeyek rêzgirtinê dest pêkir.

Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Nûrî Mehmûd di çalakiyê de axivî û êrîşên komên çete şermezar kirin. Mehmûd da zanîn ku komên DAIŞ`ê bi hemû awayan hewil didin ku di navbera gelên herêmê de fitneyê çêbikin.

Mehmûd da zanîn ku kiryarên DAIŞ`ê dê nikaribe xebatên Rêvebiriya Xweseriya Demokratîk asteng bike.

Di çalakiyê de li ser navê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê Mehmûd Baqî, partiya Çepê Kurd li Sûriyê Mihemed Seydê, Yekîtiya Star  Melîhe Ebdela û welatiyê Ereb yê bi navê Sebrî Mihemed axivîn û kiriyarên komên çeteyan şermezar kirin.

Çalakî bi siloganên piştgiriya YPG`ê, YPJ`ê û berxwedana gelê Kurd bidawî bû.