Welatiyên Melezgirtê Gulera CHP’yî şermezar kirin

Welatiyên Melezgirtê Gulera CHP’yî şermezar kirin

Sekreterê Nûnertiya Egîtîm Sen'ê ya Melezgîrta Mûşê Cevdet Gul, bertek nîşanî daxuyaniya Parlamentera CHP'ê ya Îzmirê Bîrgul Ayman Guler da û diyar kir ku, para xwe ji mirovahiyê negirtiye.

Bertekên li hemberî daxuyaniya Parlamentera CHP'ê ya Îzmirê Bîrgul Ayman Guler ku li meclisê gotibû “Neteweya Tirk û gelê Kurd nabin wek hev" her ku diçe zêde dibin. Sekreterê Nûnertiya Egîtîm Sen'ê ya Melezgîrta Mûşê Cevdet Gul bertek nîşanî daxuyaniya Parlamentera CHP'ê ya Îzmirê Bîrgul Ayman Guler da û diyar kir ku, para xwe ji mirovahiyê negirtiye.

Şaredarê Melezgirê M. Nuri Balci jî diyar kir ku, CHP'ê bi salane li ser gelê Kurd polîtîkayên xirab dimeşîne û wiha got: "Di serdema Îsmet Înonu de ev polîtîka derketin asta jor û hêj berdewam dikin. Ev çand û feraseta CHP’ê nîşan dide. Di pêvajoya gelê Kurd ku hindik maye mafê xwe yê demokratîk bi dest bixe polîtîkayên înkarê dîsa zêde dibin"

GENEL ÎŞ'Ê JÎ GULER ŞERMEZAR KIR

Nûnerê Genel Îş'ê yê Melezgirê ya Mûşê Mehmet Saît Ozek jî bertekên xwe anî ziman û diyar kir ku, Ayman Guler bi gotinên nijadperesti zerar daye hewldanên aştiyê. Ozek da zanîn ku, ev hişmendiya CHP’ê ye.