Guleya hawanê ji Serêkaniya binxetê hat û li Serêkaniya serxetê ya Rihayê ket. Ji ber duxana guleya hawanê ya li Navçeya Serêkaniyê ya Rihayê teqiya welatî jahrînî kirin. Welatiyên ji ber duxana guleya hawanê jahrinî bûn rakirin nexweşxaneyê.
Şerê di navbera Çeteyên El Nûsra û Edamên YPG'ê de ku ji duh de dest pê kiriye berdewam dike. Ji ber şerê li Serêkaniya Rojava welatî jî para xwe jê digirin. Duh guleya çeteyên El Nusra derbasî Serêkaniya serxetê bû û welatiyê bi navê
Îdrîs Akgul jiyana xwe ji dest dabû û 2 welatî jî birîndar bûbûn. Îro dîsa endamên Çeteyên El Nusra guleya hawanê avêtin Serêkaniya ser xetê. Guleya hawanê ku li nava Serêkaniya serxetê ket duxan jê belav bû. Duxana ser a ji guleyê belav bû welatiyê bi navê Abdulcelil Turgay jahrînî bû û rakinin Nexweşxaneyê Dewletê ya Serêkaniyê. Endamê Meclisa Şaredarikyê Abdulhalim Dayan jî ji ser hişê xwe çû. Welatiyên ketin avahiya ku guleya hawanê lê ket mahdê xan xeliya û ji ser hişê xwe çûn. Hat zanin ku cîgirê Mudêrê Polîsan ê Serekaniyê ku çû cihê bûyerê jî ji ber gaza guleyê ji ser hemdê xwe çû.
Bi sedan welatiyên li cihê bûyerê kom bûn, siloganên "Bimre AKP", "Bimre dewlet", "Bimre El Kaide", "Bimre El Nusra" û "Bijî YPG" berz kirin.