Welî Encu: Êdî dengê me bibihîzin

Welî Encu: Êdî dengê me bibihîzin

Dozerê Komarê yê Qilabanê îdîanameya bi hinceta "Bi riya çapemeniyê neheqî li peywirdarê cemaweriyê kiriye" di darbarê Welî Encu ku di komkujiya Roboskî de 11 xizmên xwe winda kiribû, temam kir. Welî Encu, bertek nîşanî îdîanameya di derbarê wî de hatibû vekirin da û anî ziman ku, dixwazin çend carê din wan qetil bikin û tu lihevhatin û aştî tune ye. Encu xwest êdî her kes dengê wan bibihîze.

Di 28'ê Kanûna 2011'an de balafirên şer ên tirk li Roboskiyê komkujî pêk anîbû û 19 jê zarok 34 welatî qetil kiribûn. Li ser komkujiyê re 15 meh zêdetir derbas bûn, lê komîsyona ku rapor amade kir bêyî rastiyan vebêje wekî "Qeza û nebizanebûn" komkujî pêk hatiye nîşan da û bi vî rengî rapor bi meclisê da qebûlkirin. Li aliyê din li dehan kesan ji ber ku komkujî şermezar kirin doz hat vekirin. Gelek kes hatin binçavkirin û girtin. Yek ji van kesên ku di derbarê wî de doz hat vekirin Welî Encu yê di komkujiya Roboskiyê de 11 xizmên xwe winda kiriye ye.

Dozgerê Komarê yê Qilebanê der barê Welî Encu de doz vekir û îdîaname temam kir. Dozger bi hinceta "Bi riya çapemeniyê neheqî li peywirdarê cemaweriyê kiriye" dar barê Welî Encu de îdîaname temam kir. Dozger îdîaname temam kir û şand ji Dadgeha Ceza ya Asliye Ceza ya Qilabanê. Dozger di îdîanameyê de wiha got: "Dozgerê Komarê der barê kesê agahiya nasnameya wî hatiye dayîn di 20.01.1013'an de li gorî dosya hêjmar 2012/602'an lêpirsîn daye destpêkirin û bi hinceta propaganda rêxistinê kiriye îfadeya wî hatiye girtin. Di rûpelên facebookê de nivîs nivîsandiye û li vir û wir di axive. Bi riya çapemeniyê propaganda rêxistinê kiriye û neheqî li peyvirdarê cemaweriyê kirine. Ji van mijaran ez li ser navê camaweriyê dixwazim bê cezakirin."

'DEWLET DÊ ÊŞA ME HEZAR QAT BIKE'

Encu di derbare îdîanameya ku têkildarî wî de vebûye ji ajansa DÎHA re axivî ye. Welî Encu anî ziman ku, dewlet êdî bi riya dozgeriyê tacîzî wan dike û her hoj wan bi rengên cuda qetil dike. Li erdên din pêvajoya aştiyê çawa pêş dikeve ez nizanim, lê bi qasî em dizanin aştî bi yek alî pêş nakeve. Di vê pêvajoyê de dê li aliyekî me darizînin, li aliyê din behsa aştiyê bikin. Di ser komkujiya me re 15 meh derbas bûn. Lê heta niha tu gav nehatine avêtin. Lê li aliyê din her tim dixwazin em dest ji doza xwe berdin. Dixwazin em dengê xwe qut bikin û li mafê xwe negerin. Naxwazin em doza mafê xwe bikin. "

Encu, anî ziman ku heta dewlet û hikûmet bi vê komkujiyê re neyê rûqalî hev û heta ji gelê Roboskiyê lêborîna fermî nexwaze pêvajoya aştiyê pêş nakeve. Niha dozgerê Qilebanê çi ji me dixwaze? Çi armanc dike? Hêj me fan nekiriye. Hem telefonên me tên guhdarkirin û hem jî çalakiyên ji bo ronîkirina dozê dibin sedema lêpirîn û dozê. Daxwazên me yên rewa wekî "propaganda rêxistinê" bi nav dikin û dixwazin rê li pêş lêgerîna mafan bigirin. Bi kamerayan îfadeya min tê girtin. Telefona min tê guhdarkirin ev ne heqûqî û zagonî ye.

'EZ JI NÊTA DOZGER BI GUMAN IM'

Em tu carî çalakiyên xwe û raxuyaniyên xwe red nekirin. Ez ji niha û şûnde jî axaftinên xwe red nakim. Em bi hevre pêvajoyê dişopinin. Em bi hevre dibînin ku ji bo kujeran winda bikin û ser bûyerê bigirin dibînn. Lê dozger ji bo ku em li mafê xwe negerin dozê li me vedikin. Di derbarê kesên komkujî pêk anîne doz nayê vekirin, lê ji bo ku em li mafê xwe digerin û em dixwazin bûyer ronî bibe di derbarê me de doz û lêpirsîn tên vekirin. Me der barê Necdet Ozel de gilî kir, Lê serdêdana me bê encam ma. Her çend daxuyanî mafekî azadiyê ye jî ji ber ku em daxuyanî didin der barê me de doz tên vekirin.

'HETA ROBOSKÎ RONI NEBE AŞTÎ DEREW E'

Encu destnîşan kir ku, heta komkujiya Roboskî ronî nebe û lêborîna fermî neyê xwestin aştî derewa mezin e. Encu bang li her kesî kir û xwest êdî qerîn û hawara wan bêbihîstin.