Wêneyek ji hovîtiya çeteyên Partiya Azadî

Wêneyek ji hovîtiya çeteyên Partiya Azadî

Komên çete yên ku  êrîşî taxên Kurdan ên Helebê kirin, welatiyên sivîl direvînin û îşkence li wan dikin. Di wêneyên ku hatine bidestxistin de koma bi navê Selahedîn a girêdayî Partiya Azadî ya Mistefa Cuma ye, zarokekî 10 salî bi zincîrê ve di daliqînin.

Hinek wêneyên ku ji çavkaniyên nêzî koma Selahedîn hatine bidest xistin, diyar dibe ku endamên komê zarokekî Kurd yê 10 salî ku berî mehekê ji taxa Eşrefiyê revandine, bi awayekî hovane îşkence dikin.

Çavkaniyên ku wêne aniye diyar kir ku wî ev wêne ji endamekî komê wergirtiye. Di wêneyan de tê xuyakirin ku zarokê 10 salî ji lingê xwe hatiye daliqandin û endamên tabûrê wî îşkence dikin û henekên xwe pê dikin.

Çavkanî diyar kir ku zarokê 10 salî bi saetan bê av û xwarin daliqandî hatiye hiştin. Çavkanî her wiha got ku rewşa zarokê 10 salî ya tenduristî û derûnî gelek xira bûye û komên çete dixwazin bedelê berdana wî pereyan ji malbata zarok bistînin, lê  ji ber ku nikarîne xwe bigihînin malbatê, zarokê 10 salî li cem xwe hiştine û îşkenceya wî dewam dikin.