Wêneyên Zozanê, şehadeta Jîndayê
Wêneyên Zozanê, şehadeta Jîndayê
Wêneyên Zozanê, şehadeta Jîndayê
Fermandar Zozan, wek xatirekî wêneyên xwe dan destê min. Li herêma Efrînê her ku agahiyek pevçûnê dihat, di mêjiyê min de pirsek deng dida; Gelo Zazan jî heye di nav de? Zozan nemiriye, dijî. Lê Jîndayê ji nava me koç kir. Wêneyê dawî yê Jîndayê niha di destê min de ye. Di nava şer de wek biharê dikenî; wek hemû kesên ji bo jiyandinê, jiyana xwe dane..
WÊNEYÊN ZOZANÊ
Dema ji Rojava guzergaha kaçaxvanan, derbasî Bakur dibûm, leşkerên tirk dest bi gulebarên kir û wê demê du tişt ji hişê min derneket. Ya yekemîn, dibe ku ez bimrama an jî birîndar bûma. Ez tirsyabûm. Ya duyemîn; Wêneyên ku emanetê min hatibûn kirin dê çi bibûya?
Di bin agir de min sînor derbas bûm em bi leşkeran re ketin nîqaşa ‘Hunê şûnde vegerin, em venagerin, emê we bibin qerekolê, hun nekarin bibin’ û tenê di fikara min di wê demê de ew wêne bûn.
Ji ber ku ew wêne wek xatirekî di kulma min de hatibûn hiştin. Ji ber ku ew wêne, şahidê dîrokekê bûn.
Ji ber ku ew wêne, wêneyên jineke ku ji bo li Rojava şer bike, ji Bakur derbasî başûrê biçûk bibû, duh, îro û sibeha wê bû.
Di wan wêneyan de kesên ji bo jiyandinê, jiyana xwe dabûn bû.
Wêneyên ku wek xatirekî di kulma min de hatin hiştin, gihiştin malbata Fermandar Zozan. 20 sal şûnde malbat bi wêneyan gihişt keça xwe.
Min ji bo wan wêneyan ji hevalek xwe ya rojnameger re wiha gotibû: Ev wêne wek xatirekî ne. Hevala min jî dibe ku ji bo min hinek rehet bike got: Na na ne wisa ye. Min pir dixwest hevpîşeya min mafdar be, pir..
Ez di hawira şer de mezin nebû. Ez di şer de neşewitim, sor nebûm. Lê yên ku şewitîn min dît. Li erdnîgariyeke ku veguherîbû qada agir min qêrîna ‘Îlakî aştî’ bihist. Min kesên ku ji bo êşa xwe sivik bikin, li pey aştî û jiyanê çûn dîtin.
Lê heta ku ez çûm Rojava, min şer şênbertir hîs kir.
Dema min mewziyên ku ji bo li dijî çeteyên El Nusra xwe biparêzin dîtin, min fêm kir ku di navbera mirin û jiyanê de tayekî pir zirav heye.
Dema ez li wan mewziyan digeriyam û min fermandar guhdarî dikirin, min hesreta kurdan ya ji bo çiyan fêm kir. Ji ber ku çiyan kurd diparast.
ŞEHADETA JÎNDAYÊ
Dema min Jînda dît, hêj di kulma min de wêneyên Zozanê tunebû. Em li gundekî di bin kontrola YPG’ê de bûn disekinîn. Piştî xwarina nîvro emê biçûna Efrînê. Dema hempîşeyên me gotin dê YPG’î bên cihên em lê ne, bi rastî ez pir ketim kelecanê. Ne gerîla, ne leşker, ne mîlîs. Ew bi Rojava re ketin rojeva me û wek efsûnekê bûn.
Min mereq dikir, kî ne, çi ne?
Em li avahiya ku di dema esad de qerekola sînor bû û niha YPG bikartîne, radiwestiyan û di nava wan de sivîl jî hebûn komek şervanên YPG’ê hatin. Di nav de 3 jin hebûn. Jînda Ronahî di nava vê komê de bû. Di dema sohbetê de min hîn kir ku ew fermandara YPJ’ê ye. Li herêma Qestel Cîndo, mewzî bi rêve dibir.
Dema min pirs dipirsîn, bersiv dida, dema tirkiya wê têr nedikir, dikenî. Dema ew mahcup dibû, min şerm dikir; Ji ber ku min kurdî nedizanî.
Em axivîn. Bi rastî ez pir bi kelecan bûm, niha nayê hişê min ku min çi jê pirsî. Ji ber ku hevdîtinek derveyê qeydê bû, min nîşe jî negirt.
Ez 8 rojan li Efrînê mam û min ew cara yekem ew dîtibû. Me li ser piyan sohbet kir. Her tim bi rukenî li min nihêrt.
Jîndayê di 2’ê Cotmehê de di pevçûnên ku di êrîşa çeteyên El Nusra de dest pêkiribû jiyana xwe ji dest da.
Bi rojane, min dixwest ez Jîndayê binivîsim. Lê wisa ne hêsane mirov li pey yên çûne binivîsin. Niha wêneyê dawî yê Jîndayê di destê min de ye. Wek biharekê, wek jiyanekê li dijî mirinê înat dikene; wek hemû kesên ji bo jiyandinê jiyana xwe ji dest didin.