Weqfa Ferzad Kamangar hat vekirin

Weqfa Ferzad Kamangar hat vekirin

Mamoste, sendîkavan û parêzvanê mafê mirovan Ferzad Kamanger ku di 9’ê Gulan 2010’an de ji aliyê rejîma paşverû ya Îranê ve hat darvekirin, ji bo bîranîna wê jiyandin û piştevaniya bi girtiyên polîtîk re ‘Weqfa Ferzad Kamangar’ hat avakirin.

Weqfa ku 6 kes di rêveberiya wê de ye, serokatiya wê jî birayê Kamangar yê li Fransayê dijî, Medrdad Kamangar girt serxwe.Shîler Amînî, Masuma Amîn, Zenver Amînî, Adnan Firat û hevsera Mehrdad Kamangar Sorour Fatehî Kamenger di rêveberiyê de cih digire.

Berdevkê çapemenî û têkiliyên derve yê Weqfê Shîler Amînî da zanîn ku armanca wan eve ku der barê rewşa girtiyên siyasî yê li girtîgehên Îranêne rayagiştî agahdar bikin û bi vê armancê jî gelek rêzeçalakî plankirine.

Amînî diyar ki ku weqf hedef dike ku di nava demê de bi girtiyên polîtîk yên welatên Rojhilata Navîn û bi taybet jî yên Tirkiye û Sûriyeyê re bikevin nava piştevaniyê û da zanîn ku di salvegera darvekirina Kamangar û 4 hevalên wî de dê konferanseke mezin pêk bînin.

Amînî wiha pê de çû: “Di serî em dê rewşa girtiyên li girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê dimînin ji rayagiştî re ragihînin. Bi vê armancê em ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê agahiyan digirin bi kanalên wekê broşur, semîner û facebookê vê radigihînin.

Weqf dê ne tenê li Fransa, Swêd û Iskandînavyayê, li gelek welatên Ewropayê çalakiyan pêk bîn eû her wiha di malpera înternetê ya www.kamangar.org de bi kurdî, îngîlîzî û fransî agahiyan bidin. Divê hemû kurd piştgiriyê bidin weqfê û her wiha der barê girtiyan de agahî û belgeyan jî ji rayedarên weqfê re ragihînin.

BIHÊLIN BILA DILÊ MIN, DI SÎNGA ZAROKEKÎ DE BAVÊJE

Kamangar ku di Kamyaran a Rojhilatê Kurdistanê mamostetî dikir di tebaxa 2006’an de li Tehranê hatibû girtin û rastî îşkenceyên giran hatibû. Di 2009’an de li girtîgeha Evînê bi armanca îşkenceyan protesto bike 33 rojan ketibû grevê.

Kamangar xwest hemû organên wî bê bexşkirin û beriya bê darvekirin ji serokê Îstîxbarata Îranê Kolaam Huseyîn Ezheî re di hucreya xwe de nameyek nivîsî. Di nameya xwe de wiha got: “Bihêlin bila dilê min  bi hemû hezkirin û girêdana xwe bexşê zarokekî bê kirin. Li ku derê dibe qet ferq nake; Zarokekî li Çiyayayê Zagros an jî Çiyayê Sabalaan û banqên Kaaron rojê temaşe dike.. çi zimanî diaxive bila biaxive, destuê bidin bila dilê min bi kesekî din re bavêje.  Tenê daxwaza min eve ku dilê min di sînga zarokekî de bavêje..”

Kamangar bi sûcdariya ku ‘neyartiya xweda kiriye’ bi Ferhat Wekîlî, Elî Heyderiyan, Şîrîn Elemhulî û Mehdî Îslamyan re di 9’ê Gulana 2010’an de hat darvekirin. Kamangar dema hat darvkeirin 34 salî bû.