Wesayîtên diçin Cûdî li Tengava Kasrîk têne rawestandin

Wesayîtên diçin Cûdî li Tengava Kasrîk têne rawestandin

Piştî ku 1’mîn Mîhrîcana Çand û Huner ya Cûdî ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve hate qedexekirin, li Tengava Kasrîk ya li ser rêya Cizîr-Şirnexê leşkeran rê girt.

Mîhrîcana ku di pêşengiya BDP’a Şirnexê li qûntarên Çiyayê Cûdî li gundê Cifane bi armanca ji çêkirina bendav, santralên termîk û komkujiya xwezayê re bêjin “rawest” vê sibehê destpê kir, ji ber qedexeya walîtiyê li gelek cihan leşker û polîs hatin bicihkirin ku hewil bidin rêya gel asteng bikin.

Bi vê armancê gelek leşker li Tengava Kasrîk hatin bicih kirin. Leşkerên Tirk wesayîtên ku ji Cizîrê tên radiwestînin û bi hinceta ku gûmanbarin destûr nadin biçin.

Li gorî agahiyên hatine girtin, ji demjimêrên sibehê de nêzî 70 wesayîtên ji aliyê Cizîrê ve hatin, hatine asteng kirin.