Wesayîtên ji Mêrdînê ketin ser rê hatin rawestandin

Wesayîtên ji Mêrdînê ketin ser rê hatin rawestandin

Wesayîtên ji Mêrdîn û navçeyên wê berê xwe dan sînorê Kobanê, li nêzî Rihayê hatin rawestandin.

Ji bo pêşîgirtina li êrîşên li hemberî Rojava, herikîna ber bi sînorê Kobanê dewam dike. Herî kêm 10 mînîbus û wesayîtên taybet ên ji bo tevlî çalakiya li sînorê Pirsûs-Kobanê bibe ji Mêrdîn û navçeyê wê ketin ser rê, li herêma navbera Çamlidere-Rihayê ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin sekinandin. Destûr ji derbasbûna wesayîtên hatine sekinandin re nayê dayîn. Sekna welatiyan a ji wesayîtan peya bûne jî dewam dike.