Wesayîtên ku ji bo bîranîna Fîdan Dogan derketin rê hatin rawestandin
Wesayîtên ku ji bo bîranîna Fîdan Dogan derketin rê hatin rawestandin
Wesayîtên ku ji bo bîranîna Fîdan Dogan derketin rê hatin rawestandin
Wesayîtên ku ji bo bîranîna Fîdan Dogan ku yek ji sê jinên Kurd yên siyasetmedar yên li Parîsê hatibû qetilkirin, ji Dîlokê ber bi gundê Doganê ketin rê ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin û rastî lêpirsîna GBT’ê hatin.
6 otobus û gelek wesayîtên taybet ku xwestin li gundê Hançiplak yê navçeya Elbîstana Mereşê ku yek ji 3 siyasetmdarên jin yên Kurd ku 9’ê Çileyê li paytextê Fransa Parîsê hatin qetilkirin ji boFîdan Dogan merasimek ya bîranînê li darxin ji Dîlokê ketin rê, li navçeya Bazarcixê ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. Polîsên ku nasnameyên kesên di wesayîtan de komkirin, di GBT’ê re derbaz kirin. Endamê MP ya BDP’ê Salih Baykan bertek nîşanî vê pêkanînê da û da diyarkirin ku, ev pêkanînekî bê hiqûqiye û ji bilî wana ti wesayîtek din nehatiye rawestandin. Li ser vê amîrê polîsan got, li ser fermanên hatine ew wesayîtan radiwestînin û di bin kontrola GBT’ê re derbaz dikin. Bendê mayîn didome.