Wezîrê Dadê ji bo girtina dibistanê Kurdî got ‘operasyona têgihiştinê’

Wezîrê Dadê ji bo girtina dibistanê Kurdî got ‘operasyona têgihiştinê’

Wezîrê Dadê Bekîr Bozgag der barê dibistanê ku Kurdî perwerdehiyê didin de got: “Ez wisa difikirim ku ev operasyoneke têgihiştinê ye. Bi piştgiriya derdorên ku li jî pêvajoya çareseriyê ne, ev hewldaneke ji bo gel li dijî hikûmet û vê pêvajoyê derkeve ye.”

Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag hat Amedê û destpêkê çû serdana Walîtiyê. Bozdag îdîa kir ku qanûna vekirina dibistanên zimanê dayikê di dema wan de hatiye derxistin û got ku ew ê der barê girtina dibistanan de îro agahiyê bigire.
 

Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag, di seatên sibehê de ku hate Amedê pêşî çû walîtî ziyaret kir. Bozdag ku ji hêla parlamenter û rêveberên AKP'yî ve li balafirgehê hat pêşwazîkirin, ji wir jî derbasî Walîtiyê bû. Bozdag ku derbasî meqama Walî bû, li vir pirsên rojnamevanan ên der barê morkirina dibistanên Kurdî ders bidin, pêvajoya muzakere û diyaloga demokratîk de bersivand.

Bozdag, destpêkê daxuyaniyeke kurt da û pirsên rojnamegeran bersivand. Bozdag di bersiva xwe ya li ser pirsa rojnamevanekî ya der barê morkirina dibistanên Kurdî de careke din nêzîkatiya hikûmeta AKP'ê ya li hemberî zimanê Kurdî danî holê. Bozdag îdîa kir ku hikûmet girîngiyeke mezin dide pêvajoya çareseriyê û ev yek jî wiha parast: "Cara yekemîn kete bernameya hikûmetê. Ev jî nîşaneya em çiqasî girîngiyê didin vê yekê. Heta niha gavên cidî hatine avêtin."

Bozdag da zanîn ku têkildarî pêvajoya çareseriyê de di parlamentoyê de zagon derbas kirine û ev tişt gotin: "Sererastkirina ku destûrê dide di saziyên perwerdehiyê yên taybet de perwerdehiya Kurdî bê dayîn di nava paketa demokratîkbûnê ya dawî de bi zagonî bû. Ev jî li hemberî daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî ya gel rê li ber perwerdehiya Kurdî dikare bi pereyê bê dayîn."

DIBISTAN HAT MORKIRIN WEZÎR BÊXEBER E

Bozdag diyar kir ku ev sererastkirin rêya perwerdehiya Kurdî vekiriye û got ku bi şertê li gorî zagonan be. Bozdag da zanîn ku li holê zagonek hebe divê her kes li gorî vê zagonî tevbigere û destnîşan kir ku der barê girtinê de jî dê agahiyan îro bigire. Bozdag li ser pirsa dihate gotin dê di dawiya Îlonê de ji bo pêvajoya çareseriyê hin gav bên avêtin û tewqîm bê dayîn jî, diyar kir ku der barê vê yekê de xebatên wan berdewam dikin û anî ziman ku ji bo vê yekê jî dê nexşerêya xwe danîn holê.