Wezîrê Kenyayî di qezaya helîkopterê de mir

Wezîrê Kenyayî di qezaya helîkopterê de mir

Hat ragihandin ku helîkoptera ku Wezîrê Navxweyî yê Kenyayê George Saitoti têde bû li nêzîkê paytext Nairobiyê ket de mir.

Alîkarê Serokdewletê Kenyayê Kalonzo Musyako ragihand ku helîkopter îro ji Kenyayê rabûye, li nêzî Nairobiyê ket û di encamê de Wezîr Saitoti û û alîkarê wî Orva Ojode mirin. Musyako diyar kir ku du pasevanên wezîr û du pîlotên di helîkopterê de jiyana xwe ji dest dane.

Saitoti ragihandibû ku ew bê dihilbijartina sala bê de bibe berbijarê serokdewletiyê. Der barê çawa balefir ketiye de heta niha tu daxuyanî nehatine dayîn.

Saitoti yek ji pêşengên Partiya Kanû ya ku demek dirêje li ser desthilatiyê ye û di şerê li dijî rêxistina Eş Şebab a li Somaliyê de serkêşî kiribû.