Rojnameya Street Journal (WSJ) ragîhand ku komkujiya Roboskiyê ya ku bû sedema kuştina 34 kesan li ser îstîxbarata DYA’yê pêk hatiye. Rojnameyê bal kişand ser kêliyeke beriya komkujiyê û wiha got: “Tirkan pêşniyara rayedarên DYA’yê ya zêde girtina dîmenan red kir.”
Rojnameya ku nûçeya xwe têkildarî raydearên Wezareta Parastinê ya DYA’yê çêkir, destnîşan dike ku opersyon li ser Îxtîxbara wesayîta bê mirov a hewayî ya DYA’yê hatiye pêk anîn. Rayedarekî payebilind yê Wezareta Parastinê ya DYA’ê diyar kir ku biyara operasyonê ji aliyê rayedarên Tirk ve hatiye dayîn.
Li gorî rapora ku Wezîretê ku rojnameyê xwe gîhandê, di şeva 28’ê kanûnê de wesayîteke bê mirov a bi navê Predator ku ya DYA’yê bû, hebûna karwanek ku ji Iraqê dihat Tirkiyeyê ferq kiriye. Leşkerên DYA’yê ku di Hucreya Tevahiyê li Enqereyê, tespît nake ku ev gerîla ne an sivîl in. Li ser vê aliyê DYA’yê agahiyê dide Tirkiyeyê.
Li gorî raporê tiştên ku ji vir şunde qewimîn; “Peywirdarên DYA’yê pêşniyar dike ku bi wesayîta bê mirov ji karwanê dîmenan bigire. Lê serbazên tirk ji serbazê Amerîkayê ku wesayîta bê mirov bi kar dianîn, dixwaze ku demildest berê xwe bidin noqteyek dûr. Rayedarên DYA’yê diyar dikin ku ev daxwaza tirkan li gorî standartên presedurane. Li ser hişyariya serbazên DYA’yê artêşa tirk komkujiyê pêk tîne.”
Der barê mijarê de rayedarekî Pentagonê ji rojnameyê re axivî û diyar kir ku ‘Biryar tirkan da. Ne biryara Amerîkayê . Di nûçeyê de rola ku DYA’yê di vê bûyerê de lîstiye, rîska stratejiya nû jî tê vegotin.
Ligel vê hate destnîşankirin ku rêveberiya Serokwezîrê DYA’ê Barack Obama wesayîtên hewayî yên bê mirov, yekineyên taybet û kavkaniyên îstîxbaratê zêde bi kar tîne û got zêdetir li Pakîstan, Somalî, Yemenê tê bi kar tîne. Her wiha hat gotin ku li Tirkiyeyê jî DYA piştgiriya îxstîxbaratê die û dîrek di êrîşan de cih nagire.