Fona Jiyana Kovî ya Cîhanê (WWF) di rapora ku weşand de bal kişand ser kêmbûna zêde ya di pircureya bîoyê de û xwest welat konsepta xwe ya mezaxtinê di ber çavan re derbas bikin û ji nû ve berê xwe bidin çavkaniyên enerjiyê.
Di Rapora Gerestêrkên Dijîn a sala 2012 de hat gotin ku ji sala 1970’yê ve rêjeya bîopircureya li cîhanê ji sedî 28 kêm bûye. WWF’ê destnîşan kir ku ev rêje li welatên kêm pêşketî de ji sedî 60 e û diyar kir ku cîhan bi fêrbûnên mezaxtinê yên mirovan re nagihe.
Li gorî raporê, mirov niha ji sedî 50’yê çavkaniyên optîmal ên cîhanê dimezêxe. WWF’ê hişyarî da û diyar kir ku mirovahî dibêje qey 1.5 cîhan heye dijî û destnîşan kir ku ger wisa biçe, heta sala 2050’yê dê sê cîhan têra pêwîstiyên mirovan nekin.
Di rapora beriya civîna bilind a cîhanê ya ku dê li bajarê Rio yê Brezîlyayê bê lidarxistin, hat weşandin de xwest ku pirsgirêkên mezaxtin û enenerjiyê, bi nêrînên civakî û ekolojîk bên çareserkirin.
Di rêzên destpêkê yên pêşniyarên ji bo çareseriyê yên raporê de parastina çavkaniyên xwezayî, ekosîstem, dewlemendiyên sererd û binerd û ava vexwarinê tên.
Li gorî WWF’yê di van salên dawiyê de di warê parastina daristanan de pêşketinek baş pêk hatiye û lê pêşîlêgirtinên ji bo parastina avê pir kêm in. Sazî, bi çavkaniya enerjiya dikare nû bibe pir bawer e.
Di parastina ekosîsteman de jî pirsgirêka herî mezin jî di deryayan de ye. Di sala 1950’yê de 19 milyon ton masî hatin nêçîrkirin, di sala 2005 de jî 87 milyon ton masî hatin nêçîrkirin. Hema bêje mirovan di vê demê de du qatê masiyên di deryayan de xwarin.
Rêxistinê di rapora xwe de bang li hemû welatên cîhanê dike ku di Civîna Bilind a welatên cîhanê ku dê li bajarê Rio yê Brezîlayê bê lidarxistin de ji bo parastina xweza û ekosîstemê dest bi hewldanan bikin.