Xaçort ji bo Geverê li ser piyan e

Xaçort ji bo Geverê li ser piyan e

Li dû çalakiyên protestokirina qetilkirina Reşît û Veysel Îşbîlîr ji aliyê polîsan ve, li Taxa Xaçort a Wanê pevçûn dewam dikin.

Xwepêşandanên şermezarkirina komkujiya Geverê, ku di encamê de Reşît û Veysel Îşbîlîr ji aliyê polîsên Tirk ve hatin qetilkirin, ji duh ve li gelemperiya Taxa Xaçortê belav bû. 

Koma ku tevahiya ketin û derketina taxê bi bendan girtiye, nahêle polîs bikeve hundirê taxê. Êrîşa polîsan a bi gaza îsotê, ava şid û TOMA'yan rastî bersiva ciwanan a bi keviran tê. Li taxê pevçûn dewam dike.