Xalid Berkel: Berxwedana li Kobanê qehremaniya gelê Kurd e
Xalid Berkel: Berxwedana li Kobanê qehremaniya gelê Kurd e
Xalid Berkel: Berxwedana li Kobanê qehremaniya gelê Kurd e
Cîgirê Serokê hikûmeta Kantona Kobanê Xalid Berkel, diyar kir ku li Kobanê li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê berxwedaneke mezin tê meşandin û got tişta ku li Kobanê tê jiyîn qehremaniya berxwedana gelê Kurd e.
Rayedarên hikûmeta Kantona Kobanê roja 8’emîn de ku li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ya li hemberî Kobanê de di eniya berxwedanê de cihên xwe girtin, mewziyên YPG’ê geriyan moral dan şervanan.
Cîgirê Serokwezîr Xalid Berkel bi Serokê hikûmetê Enwer Muslîm re mewziyên şer yên gund û bajaran yek bi yek geriyan û şervanên li mewziyan diyar kriin ku ji ber serdana gel morelek mezin girtine.
Berkel diyar ki rku li dijî êrîşên hovane yên çeteyan berxwedaneke mezin nîşan dane û got: “Berxwedana efsûnî ya ku YPG û gelê Kobanê li dijî çeteyan, qehremaniya berxwedana rastî ya gelê Kurd e.
Cîgirê Serokwezîr Xalid Berkel êrîşên çeteyên DAIŞ’ê şiband êrîşên hovane yên Mogoliyan û wiha got: “Gelê Kurd tu car û teqez dê axa xwe bernede û ji bo vê jî ji xwe berxweneke bi heybet nîşan dide.
Hikûmeta Kantona Kobanê rojek berê biryarek girt û derbasî asta hikûmeta şer bû û serokê hikûmet û cigirên wî jî di nav de hemû rayedarên hikûmê çekên xwe girtin û çûn mewziyên parastinê. Gelek wezîr li qadên cuda bi YPG û gel re li mewziyan bicih bûn û serokê hikûmetê Enwer Muslim jî yek bi yek li mewziyan geriya û moral da şervanan.