Xebatên hilbijartinê li Sêrt û Dêrikê dewam dikin

Xebatên hilbijartinê li Sêrt û Dêrikê dewam dikin

Li Sêrt û navçeya Mêrdîn Dêrikê xebatên hilbijartinê dewam dikin. Li Dêrikê ji bo pêşhilbijartina 5'ê Mijdarê bi 476 delegeyan re civîna perwerdeyê hat lidarxistin.

Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Dêrikê, ji bo namzetiya hilbijartinên herêmî yên 2014'an xebatên xwe yên pêş hilbijartinê dewam dike. Ji bo pêşhilbijartinên 5'ê Mijdarê bi giştî 476 delege hatin diyarkirin û bi delegeyan re li Salona Konferansê ya Reşîdê Kurdî ya Şaredariya Dêrikê civîna perwerdeyê hat lidarxistin. Di civînê de ji ber pêwendiyeke mezin, cih li salonê nema û gelek delege neçar man li ser piyan bimînin.

Endamê Komîsyona Hilbijartinê ya Dêrikê Abdullah Ahap Çerî li civînê pêyivî û bibîr xist ku Navenda Giştî ya BDP'ê ji bo Şaredariya Dêrikê kotaya jinê diyar kiriye. Çerî da xuyakirin ku Şaredara ji aliyê gelê Dêrikê ve hatiye hilbijartin, bi awayekî bê huqûqî bi salane di girtîgehê de ye û destnîşan kir ku divê di 30'ê Mijdarê de bersiv ji vê ferasetê re bê dayîn. Çerî herî dawî banga beşdariya li meşa 7'ê Mijdarê ya li Nisêbînê li dijî dîwarê şermê, kir.

Civîn bi tililî û dirûşmên "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

SÊRT

Li Sêrtê jî xebatên hilbijartinê bi berfirehî dewam dike. Di çarçoveya serlêdanên bernamzetiyê yên 18 roj in dewam dike de, li gelemperiya bajêr ji bo Şaredariyê 3 jê jin heta niha 80 kesan ji bo bernamzetiyê serî lê dan. Serlêdana ji bo Serokatiya Şaredariyê wê sibê bi dawî bibe, lê belê ji bo endametiya meclîsa giştî ya bajêr û şaredariyê, dê heta 30'ê Mijdarê dewam bike. Ji aliyê din ve hat hînbûn ku kesên ji bo namzetiyê serlêdan kirine, tev li hevpeyvînê bûne.