Xebatên ji bo ‘Kongreya Îslama Demokratîk’ destpê kirin
Xebatên ji bo ‘Kongreya Îslama Demokratîk’ destpê kirin
Xebatên ji bo ‘Kongreya Îslama Demokratîk’ destpê kirin
Piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşniyar kir ku li dijî çeteyên li Rojava û herêmê Kongreya Îslama Demokratîk" pêk bê, Berdevkê Komîsyona Baweriyan a KCD'ê Fevzî Koz, Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pir Sultan Abdal (PSAKD) Kemal Bulbul, Serokê Komeleya Çanda Suryaniyan a Midyatê Yuhanna Aktaş piştgiriya xwe anîn ziman û diyar kirin ku ev konferans ji aliyê baweriyan ve pir erênî ye.
Heyeta BDP'ê di 14'ê Cotmehê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li Îmraliyê hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest li dijî çeteyên li Rojava ên "El Qaide, El Nusra" li Amedê Kongreya Îslama Demokratîk" pêk bînin. Têkildarî pêşniyara Ocalan endam û rêveberên saziyên baweriyên cuda piştgiriya xwe anîn ziman û diyar kirin ku ev ji bo pêşeroja baweriyan dê bibe gavek erênî. Ji bo konferansê xebatê destpê kir. Berdevkê Komîsyona Bawermendan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Fevzî Koz, diyar kir ku wan sala par Konferansa Îslama Kurdistanê pêk anî û wiha got: "Îsal jî em dê li ser pêşniyara Birêz Ocalan Konferansa Îslama Demokratîk pêk bînin. Ji bo vê xebatê me dest pê kir. Em dê bi beşdariya nûnertiya 4 perçeyên kurdistanê konferansê di demek herî nêzîk de pêk bînin. Di pêvajoyek wisa de kongre pir girîng e. Wekî tê zanîn li ser vê erdnîgariyê di bin navê îslamê de gelek politîkayên şaş û qirêj tên meşandin. Ev konfrans dê li ser biratiya îslama rast û cewherê îslama rast pêk bê. Dê li ser biratiya gelan û wekheviya gelan pêk bê. Konferans dê li ser bingeha pêşxistina edalet, wekhevî û aştiyê bê amadekirin.”
'DÊ BAWERIYÊN DIN ÊN LI SER MEZOPOTAMYA DIJÎN JÎ BÊN VEXWENDIN'
Koz, da zanin ku di vê konferansê de tenê oldarên ola îslamê beşdar nabin û dê oldarên baweriyên din ên li ser axa Mezopotamya dijîn jî beşdar bibin. Koz, dazanin ku ew dê li gorî ruhê Hz. Muhammed konferansa Îsalam Demoratîk pêk bînin û wiha got: "Ev kongre xwedî ruhekî gerdûnî ye. Niha li ser navê îslamê şer tê meşandin û komkujî pêk tê. Li ser vê axê ereb, elewî, suryanî, bi sedsalan bi hevre jiyan. Lê niha dixwazin di navbera wan de şerekî pêş bixin. Em dê bi vê konferansê rê li pêş vê yekê bigirin."
'FERESETA KERBELAYÊ DIDOME'
Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pir Sultan Abdal (PSAKD) Kemal Bulbul jî anî ziman ku ol di bin bandora Karê Diyanetê û dewletê de pêş dikeve û wiha got: "Nokteya şikandinê ya Îslamê bûyera Kerbela ye. Ji bo Îslam xwe ji vê ferasetê rizgar bike divê berî her tiştî ji vê ferasetê dûr bikeve û ev dubare nebin. Li Tirkiyeyê feraseta Kerbela berdewam dike. Dewletê her tim ol bikar anîye. Divê konferansên bi vî rengî pêş bikevin û niqaşên azad pêk bên.
Divê elewî û hemû mezhebên îslamê dawetî vê konferansê bên kirin û her kes azad biaxivin. Niha li Rojhilata navîn Îslama despotîk tê avakirin. Li Tirkiyeyê tu kes ne bi xwe ye. Divê li ser hemû tiştê aydi mirovan be fikr û raman bên parvekirin û niqaşkirin. Ol ji bo mirovan e. Mirov ne ji bo ol e. Li gori îslama Tirkiyeyê mirov ji bo ol e. Divê pêşniyarên li konferansê bên kirin pir watedar bin."
Serokê Komeleya Çanda Suryaniyan a Midyatê Yuhanna Aktaş ji anî ziman ku ev konfrenas ji bo çanda suryaniyan a li ser vê axê ku hezar sal dîroka wan heye pir girîng e. Aktaş, anî ziman ku wekî suryaniyan bi hezar salan li ser ve axê bi gel û baweriyên cîran re her tim di nava aştiyê de jiyan û ev konferans girîng e. Aktaş, anî ziman ku siyasîbûna îslamê talûke ye û xwest feraseta îslama berê ya serdema Hz Muhammed derkeve pêş.
Aktaş, da zanîn ku niha xirîstiyan jî bûye îxtîdar û ji ber vê yekê şer pêş dikeve Aktaş, da zanîn ku şerê li Rojava jî berhemê vê polîtikayê ye.