Xebatên PÇDK'ê ji aliyê berpirsên PDK'ê ve tên asteng kirin
Xebatên PÇDK'ê ji aliyê berpirsên PDK'ê ve tên asteng kirin
Xebatên PÇDK'ê ji aliyê berpirsên PDK'ê ve tên asteng kirin
Li dijî Wargeha Penaberan a Sêmêlê ku kurdên ji Tirkiyeyê ji ber zilm û zexta dewletê hatine lê bi cih bûne rastî zilm û zextan tên.
Li Wargeha Penaberan a Sêmêlê li hemberî kesên ku al, flama û wêneyên namzetên parlamentoyê yên PÇDK'ê bi maşîne û malên xwe ve dadiliqînin rastî zextan tên û êrîş li hemberî malên wan tên kirin.
Hat ragihandin ku li Taxa Mîsîrikê ya Wargeha Penaberan a Sêmêlê kesekî bi navê Ahmet Çîmen ku di komîsyona taxê ya Partiya Demokrata Kurdistan (PDK)'ê de cih digire bi 6 kesan re yek bi yek li malan digere, nasnameyan û hejmara ferdên malbatan pirs dike. Her wiha ji bo al, wêne û flamayên PÇDK'ê yên daliqandî rakin ketine nav liv û tevgereke mezin.
Ligel wê hat gotin ku li şûna al û posterên PÇDK'ê yên tên rakirin, al û flamayên PDK'ê tên bi cihkirin.