Xebatkarên şîrketa fermî ya rêyên hewayî Lufthansê, ji bo daxwaza zama sedê 5’ê îro jî dîsan ketin grevê. Ji ber sedema grevê balefirgeha herî mezin ya welat Lufhansayê 190 firînên girêdayî Frankfurtê neçarman ku betal bikin.
Greva ku ji aliyê senîkayên yekîneya kabîneya rêyên hewayî UFO’yê hatî destpê kirin li gelek balefirgehên din yên welat jî bibandor bû. Li ge Frankfurt ku tevlîbûnek mezin çêbû, karkerên kabîneya Balefirgeha Tegel ku li paytext Berlînê ye di demjimêrên serê sibehê de dest bi grevê kirin. greva ku dê 11 demjimêran dom bike, dê di demjimêr 11.00’an de li Balefirgeha Munîhê jî destpê bike.
Sendîkaya UFO demek dirêje di mijara mûçe û şertên xebatê de li gel Rêyên hewayî ya Lufthansayê di nava nelihevkirinekê de ne. Sendîka diyar dike ku, di van sê salên dawî de zam ji mûçeyê personelên kabîneyê re nehatiye, em daxwaz dikin ku ji meha Çileyê destpê bike ji bo 15 mehan sedê 5 bê zêde kirin. Weke din jî sendîka garantiyê ji Lufthansayê dixwaze ku weke Berlînê demkî karkeran nede şixulandin.
Rêyênhewayî ya Lufthansayê li beramberî daxwazên sendîkayê di teklîfa herî dawî de qebûl kiribû ku sedê 3,5 mûçeyê karkeran zêde bike. Lê belê ev ji aliyê sendîkayê ve bes nehate dîtin û bû sedema grevê.
Li Lufthansayê 19 hezar kes weke erkdarên kabînê kar dikin. Sendîkaya UFO nûnertiya ji sêyan duyê van karkeran dike.