Xebatkarên Tenduristiyê yên Kurd ji bo Ocalan "komîteyê ava dikin

Xebatkarên Tenduristiyê yên Kurd ji bo Ocalan "komîteyê ava dikin

Kongreya Tenduristiyê ya Kurdistanê ku li Êlihê kom bû, di civîna xwe ya roja duyemîn de biryar da ku komîsyonekê ava bike da ku bi tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re mijûl bibe.

Kongreya Tenduristiyê ya Kurdistanê ku bi mêvandariya Meclîsa Tenduristiyê ya KCD a Êlihê pêk tê, bi beşdariya 111 delegeyên ji sê perçeyên Kurdistanê di roja duyemîn de dewam dike. Delegeyê Rojhilatê Kurdistanê, ji ber rejîma Îranê vîze neda, nekarî beşdarî kongreyê bibe.

Di civîna îro ya kongreyê de, li dû pêşkêşiyan wê nêrîn, pêşniyar û biryar werin ravekirin û piştre Meclîsa Tenduristiyê ya Kurdistanê bê hilbijartin. Li dû vê hilbijartinê jî wê danezana encamê ya kongreyê bê aşkerakirin.

Di beşa biryaran a kongreyê de, tevî komîsyonek ji bo bi pirsgirêkên tenduristiyê yên Ocalan re mijûl bibe her wiha tê payîn ku komîsyoneke din a pirsgirêkên tenduristiyê yên li Rojava ji nêz ve bişopîne, were avakirin.

Kongre, dê danê êvarê bi gera li navçeya dîrokî Heskîfê, bi dawî bibe.