Xelîl: Em ê beşdarî civîna li Hewlêrê bibin

Xelîl: Em ê beşdarî civîna li Hewlêrê bibin

Endamê Desteya Rêveber A TEV-DEM'ê Aldar Xelîl li ser hevdîtinên di nav bera PKK û PDK yên li ser Rojavaya Kurdistan da zanîn, ew wek TEV-DEM'ê vê weke gavek birûmet dibînin.

Endamê Desteya Rêveber A TEV-DEM'ê Aldar Xelîl ji ANHA re axivî û da zanîn ku, ew wek TEV-DEM'ê vê weke gavek birûmet dibînin. Xelîl destnîşankir ku, rastiya xwe de çareseriya herî watedar û ya ku bibe mîsogeriya serkeftinê ew e ku bi îradeya hêzên Rojavayê Kurdistanê ku xwe bixwe bigihêjin biryarê û plansaziya çareseriyê pêk bînin.

Endamê Desteya Rêveber A TEV-DEM'ê Aldar Xelîl “Em rêz didin li hevkirina di navbera PKK-PDK ku ji bo Rojava pêkanîne û vê weke gaveke birûmet dibînin. Her wiha em rêz didin hêzên Kurdistanî yên ku dixwazin yekîtiya partiyên Rojavayê Kurdistanê pêk were. Em vê lihevhatinê ji bo xwe weke piştgiriyê dibînin. Lê di rastiya xwe de çareseriya herî watedar û ya ku bibe mîsogeriya serkeftinê ew e ku bi îradeya hêzên Rojavayê Kurdistanê ku xwe bixwe bigihêjin biryarê û plansaziya çareseriyê pêk bînin.

Endamê Desteya Rêveber A TEV-DEM'ê Aldar Xelîl banga cidiyetê li hêzên Rojavaya Kurdistanê kir û wiha got: “Gava ku hemû hêzên Rojava cidî bin û berpirsiyarên xwe yên li hember pêvajoyê nas bikin û xwedî lê derkevin, ew hêza me heye ku em bixwe hemû pirsgirêkên xwe çareserbikin û ji bo Rojavayê Kurdistanê bighêjin pergaleke serkeftî. Biryarên ji bo çareseriyê yên ji derveyî Rojavayê Kurdistanê werin, dibin hêz û piştgirî, lê nabin çareseriya dawî.”

Endamê Desteya Rêveber A TEV-DEM'ê Aldar Xelîl da diyarkirin ku, ew ji ber rêzdayîna hêzên Kurdistanî ew ê beşdarî civîna Hewlerê bibin û wiha gotinê xwe bidawî kir: “Ji bo berjewendiyên gelê me û rêzdayîna ji bo lihevhatina di navbera her du hêzên Kurdistanî de em pêwîst dibînin ku beşdarî civîna Hewlêrê bibin. Lê em hêvî dikin ku di demên pêş de Qamişlo bibe navenda pêşxistina çareseriyê. Em ne li dijî piştgiriya hêzên Kurdistanî yên ku dixwazin çareseriyê li Rojava pêşbixin. Em weke partî û rêxistinên Rojavayê Kurdistanê, bi îradeya xwe ya azad, xwediyê hêza biryardayînê ne.”