Xiristiyanên Rojava ji bo oldarên xwe yên hatîn revandin dua kirin
Xiristiyanên Rojava ji bo oldarên xwe yên hatîn revandin dua kirin
Xiristiyanên Rojava ji bo oldarên xwe yên hatîn revandin dua kirin
Bi boneya roja ji dayîkbûna Hz. Îsa îro li dêrên bajarê Hesekê merasîmên olî hatin lidar xistin.
Bi boneya roja ji dayîkbûna Hz. Îsa bi dehan ji welatiyên bajarê Hesekê yên ji ola Xirstiyan ji bo rê resmên olî pêk bînin, berê xwe dan dêran.Di merasîman de bi zimanê Suryanî û Erebî sirûdên olî hatin xwendin.
Bi boneya roja ji dayîbûna Hz. Îsa Keşeyê bi navê Gabriyêl Xac axaftinek derbarê vê rojê de kir û ev cejna zayînê li hemû Xiristiyanan pîroz kir. Her wiha li ser dîroka Hz. Îsa û astengiyên têre derbas bûye, di dema peyama xwe belav dikir de axivî.
Keşe Gabriyêl di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa awarte ku gelê Sûriyê têre derbas dibe û got ku Sûriyê welatê olên ezmanî û aştiyê ye. Ev welat niha rastî wêranê tê û bi hezaran ji welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û gelek bajar hatin hilweşandin.
Keşe Gabriyêl di berdewama axaftina xwe de buyera revandina herdu keşeyan, Serokê keşeyên Suryanên Artodoks ê bajarê Helebê Yûhena Îbrahîm û Serokê Romên Artodoks ê bajarê Helebê Bolos Yazcî û rahibên jin ên dêra Mar Tiqla ya bajarê Meelûla bi bîr xistin û ev herdu buyer şermezar kirin û got ku pêwîst e serbes werin berdan.
Keşe Gabriyêl destnîşan kir ku pêwîst e koçberiya Xiristiyanan were rawestandin û wiha got: “Penabertî ti hincetên wê tune ne, divê ti kes welatê xwe bernede û ji bo aştiya Sûriyê axa bav û kalên xwe biparêze.”
Keşe Gabriyêl di dawiya axaftina xwe de dua kir ku aştî li Sûriyê belav bibe û welatî bi ewlehî jiyan bikin.