Xizmên girtiyan: Zextên li ser girtiyan zêde bû
Xizmên girtiyan: Zextên li ser girtiyan zêde bû
Xizmên girtiyan: Zextên li ser girtiyan zêde bû
Xizmên girtiyên çalakiyen Geziyê bi boneya girtî serbest bên berdan di hefteya 16'an de çalakiya xwe berdewam kirin. Ji xizmên girtiyan Dayika Hasan Tunç Leyla Tunç, daxwaza azadiya girtiyan kir û diyar kir ku zextên li ser girtiyan zêdebûye.
Endamên Platforma Malbatên Girtî û Berxwedana Geziyê bi boneya girtiyên geziyê serbest bên berdan di hefteya 16'an e li ber Lîseya Galatasarayê çalakî pêk anî. Xizmên girtiyan di çalakiyê de wêneyên girtiyan rakirin û pankarta "Bila qatil bên darizandin û girtî rûmeta me ne" bilind kirin. Dîsa dowîzên "Şehîd û girtiyên Geziyê rûmeta me ne" û "Ji girtiyên Gezi re azadî" vekirin. Komê bê navber siloganên "Bila zindan hilweşin û ji girtiyan re azadî", "li hundir û derve zindanan hilweşînin" û "Ji Geziyê heta Liceyê berxwedan" qeriyan. Malbatan di çalakiyê de sirûda "Çaw Bella" xwendin û xwestin girtî serbest bên berdan. Li ser navê malbatên girtiyan Dayika Hasan Tunç Leyla Tunç, daxuyanî da û azadiya girtiyan xwest. Tunç, anî ziman ku di hevditina kurê xwe de kurê wê ji wêre gotiye şert û mercên girtîgehê pir giran bûne û zextên li ser girtiyan zêde bûne.
Tunç, anî ziman ku piştî li Çewlikê 18 gerîlyên PKK'ê xwe azad kirin û şûnde dewlet dixwaze tolê ji hemû girtiyan hilîne û zextên liser girtiyan derxistine asta herî jor. Tunç anî ziman ku niha rayedarên girtîgehê mehê 3-4 caran lêgerînê pêk tîne û hemû alav û amûrê wan tev li hev dike. Berfu Canbay jî bi boneya piştgiriyê bide çalakiyê daxuyanî da û diyar kir ku di çalakyên Geziyê de di nava 10 hezar mirov de tenê der barê 160 kesan de lêpirsîn hatiye vekirin û bertekên xwe anîn ziman