Xizmên wendahiyan nerazîbûn nîşanî Ergenekonê dan

Xizmên wendahiyan nerazîbûn nîşanî Ergenekonê dan

Li Amedê xizmên wendahiyan, ji ber ku sûcdarên ji doza Ergenekonê tên darizandin ji sûcên li dijî Kurdan kirine nehatin cezakirin, nerazîbûn nîşan dan.

Komeleya Mafên Mirovan şaxê Amedê û xizmên wendahiyan, çalakiya rûniştinê ya 235. a bi dirûşma "Bila wendahî bên dîtin, berspirsyar bên cezakirin" li ber Peykerê Mafê Mirovan ê li Parka Koşûyolûyê, pêk anîn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Îlhan Bîlîr û kekê wî Ramazan Bîlîr ên di sala 1992'an de di Newroza li Şirnexê de hatin revandin û piştre haya kesî jê çê nebû, hat pirsîn.

Serokê ÎHD'ê Şaxê Amedê Racî Bîlîcî li çalakiyê axivî û diyar kir ku cejneke din ji bo wan bi xemgînî bihurî ye. Bîlîcî da xuyakirin ku xizmên wendahiyan ne xwedî gorekê ne ku di cejnê de biçin serdana wan û anî ziman ku ji bo dîtina berpirsyarên wendahiyan, wan gelek caran bang li dadgeriyê kirine. 

Bîlîcî ragihand ku yên di doza Ergenekonê de hatin darizandin piraniya wan berpirsyarên kuştin û pêkanînên li Kurdistanê ne û got, "Mejiyê dewletê qet neguherî. Hikûmetê di çarçoveya polîtîkayên xwe de ev Ergenekonî darizand. Lê diviyabû, di doza Ergenekonê de li dayikên xizmên wendahiyan bihata guhdarîkirin. Ergenekoniyan li vê erdnîgarê darbe kirin, divê hikûmet hesabê vê bipirse."

Dûre endama Komîsyona Wendahiyan a ÎHD'ê Necîbe Guneş Perînçek peyivî û behsa Îlhan û Ramazan Bîlîr ên birayên hev kir ku di Newroza sala 1992'an a li Şirnexê de di encama destwerdana polÎsan de hatin wendakirin."

Piştî axaftinan, bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû.