Xizmên wendayan xwestin hesap bê pirsîn

Xizmên wendayan xwestin hesap bê pirsîn

Malbatên ku xizmên wan hatin revandin û wendakirin, li gel rêveberên ÎHD'ê yên Amed, Êlih û Îzmirê, bi boneya hesap ji kujeran bê pirsîn û wenda bên dîtin bi dirûşma "Bila berpirsyar bên darizandin û wenda bên dîtin" çalakî pêk anîn.

AMED: Xizmên wendayan û şaxa ÎHD'ê di çarçoveya çalakiya heftane ya "Bila wenda bên dîtin û kujer bên darizandin" de di hefteya 237'an de li ber abîdeya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya Amedê çalakî pêk anîn. Malbatan û rêveberên ÎHD'ê wêneyên kesên hatine wendakirin hembêz kirin û pankarta bi nivîsa "Bila wenda bên dîtin kujer bên darizandin" vekirin. Li gel xizmên wendayan rêveberên MEYADER, Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, nûnerên Hevparên KESK'ê ÎHD'ê û gelek kesên din amade bûn. Di çalakiyê de Serokê Şaxa ÎHD'ê Bîlîcî diyar kir ku divê êdî dewlet bi rastiya xwe re rû bi rû bimîne û hesap ji kujeran bipirse. Bîlîcî, da zanîn ku heta hesap neyê pirsîn ewê dewletê wekî hevkarê kujeran binirxînin. 

Endama Komîsyona ÎHD'ê ya Windayan Necibe Guneş Perinçek, jî anî ziman ku 237 hefte ne dayik ji bo zarokên xwe yên hatine windakirin bibînin û bên dîtin li gel germa havînê û sermaya zivistanê çalakiyan pêk tînin. Perînçek, da zanîn ku ew dê her tim li cem malbatan cih bigirin. Perînçek, da zanîn ku malbat her tim ji aliyê kamerayên polîsan ve tên tomarkirin û rastî zextan tên û wiha got: "Li gel ku şahid û delîlê windayan hene jî dîsa dozgerên komarê li diji hiquqê tev digerin û bêdeng dimînin. 

AQÛBETA KAYA HAT PIRSÎN

Perînçek, piştre çîroka Hikmet Kaya yê li navçeya Kerborana Mêrdînê hat revandin vegot. Perinçek da zanîn ku Kaya ji aliyê cerdevanê gund ve di 2'ê Mijdara 1994'an de ji malê hat revandin. Perînçek, da zanîn ku Kaya ji bo demek dirêj li ber xwe da û wiha got: "Li gel malbatan serî li hemû rayedarên fermî dan jî der barê aqûbeta Kaya de tu agahî negirtine. Ey mirovên xwedî wîjdan, em bang dikin û dibêjin kider van faîlan nediyar e?" Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 

ÊLIH: Li Êlihê jî xizmên wendayan û rêveberên ÎHD'ê di hefteya 237'an de dîsa bi silogana "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li Kolana Gulîstanê ya Êlihê çalakiya xwe berdewam kir. Di çalakiyê de wêneyên kesên di salên 90'an de hatin revandin û wendakirin hatin bilindkirin. Dîsa pankarta "Ên wendakirin" û "Bila wenda bên dîtin kujer bên darizandin" hat vekirin. Di çalakiyê de Rêveberên ÎHD'ê, Dayikên Aştiyê, BDP, KURDÎ-DER, MEYADER û nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Êlihê Osman Kunteş, anî ziman ku ji bo wenda bên dîtin û kujer bên darizandin her hefte dadikevin kolanan û di çalakiyan de dengê xwe bilind dikin.  

Piştî daxuyaniyê çalakiya 5 deqeyan a rûniştinê hat lidarxistin. 

ÎZMÎR: Li Îzmirê jî endamên Şaxa Komelaya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê aqûbeta kesên ku di binçavan de hat wendakirin pirsîn û xwestin ku bi paşerojê re rû bi rû bibe. Endamên ÎHD'a Îzmîrê bi vê armancê li ber avahiya Sumerbanka berê daxûyaniya çapemeniyê li dar xist. Gelek welatiyan pişgirî da endamên ÎHD'ê û di çalakiyêde pankarta "Kesên wenda diyarin, kiryar li ku ne?" hat daliqandin û wêneyên kesên ku hatine qetilkirin hat girtin. Di daxûyaniyê de aqûbeta Abdurrahman Demîr yê ku di sala 1995'an de li navçeya Mehserta Mêrdînê di encama rawestandina wesayitê de hat binçavkirin û wendakirin hat pirsîn.