Xizmên windayan: Bila Waliyê Colemêrgê ji kar bê girtin

Xizmên windayan: Bila Waliyê Colemêrgê ji kar bê girtin

Şûbeya ÎHD’ê a Amedê û xizmên windayan bi dirûşmeya “windahî bên dîtin û sucdar bên cezakirin” 252. Çalekiya rûniştinê pêk anîn. Di çalekiya ku xebatkarên çapemeniya azad yên jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr anîn Serokê Şûbeya ÎHD’ê Racî Bilicî axivî diyar kir ku ew helwesta polîs a ku li Geverê ji aliyê polîsan ve du welatî hatin qetil kirin û Walî jî ew weke ‘terorîst’ bi nav kirin şermezar dike.

Şûbeya ÎHD’ê a Amedê û xizmên windayan bi dirûşmeya “windahî bila bên dîtin û sucdar bên ceza kirin” 252. Çalekiya rûniştinê a ku hemû hefteyan pêk tînin li pêş Parka Koşuyolu a Anitê Mafê Jiyanê pêk anîn. Di çalekiyê de pankarta ku li ser “Ew di şevekê de bi bêdengî ji nîşka ve ji malên wan hatin derxistin û careke din şûnda ne vegeriyan” nivîsî, rêveber, endamên ÎHD’ê û xizmên windayan, Nûnerê Herêmê yê ÎHD’ê Şevket Akdemir, Alikarê Hevserokê Giştî yê BDP’ê Meral Daniş Beştaş, serok û endamên Cemiyeta Rojnamevanên Azad, endamên MEYA-DER’ê, Însîyatîfa Dayikên Aştiyê, rojnamevan Veysî Sarisozen, Varlik Ozmenek, Ragip Duran, Şeyhmus Diken û Şaîr Hicrî Îzgoren tevlî bûn.

‘WALÎ JI KAR DERBIXIN, SAMITIYETA XWE NÎŞA BIKIN’

Pêş çalekiyê Serokê Şûbê yê ÎHD’a Amedê Racî Bilicî ku axaftinek kir, boyera ku li navçeya Colemêrgê Geverê li ser xerabkirina gorên gerîlayên çalekiya protesto yê ku pêk hat di wê demê de di encama gulebaran tevgera tîmên teybet de boyera ku çêbû bi bîr xist û wiha got: “Dîsan bi nûçeya komkujiyan, bi qetilkirina sivîlan ev şiyar bûn. Rojek derbaz nabe ku li vî welatî em nûçeyek komkujiyê ne bihîsîn. Ev êdî bû ye rewşekî berdewam. Hêzên ewlehiyê di boyerên civakî de bi alikariya desthilatdariyê mirovên sivîl qetil dikin.”

Bilicî bi bihîstina nûçeya 5’ê Kanûnê a wefata Serokê efsanewî yê Başûrê Efrîqa Nelson Mandela xemgîniya xwe anî ser ziman û wiha got: “Ji ber rûmet, wekhevî û piştgiriya ku di nava gelan deye çêkirin û ji bo çêkirina vê yekê tekoşîn kiriye em bi minet bi bîr tînîn. Em hêvî dikîn ku yên ku ji bo azadiyê û wekheviyê tekoşîn dikin di Cîhan û Tirkiyê de hemû girtî, Serokên Kurd wê bigehin azadiya xwe û Cîhan û Tirkiye wê ji vê şaşiya xwe vegerin.”

Piştre jî Serokê Cemiyeta Rojnamevanên Azad Hayrettin Çelik ku axaftinek kir diyar kir ku ji bo rastiyên ku li herêmê derbixînin holê û ji ber xebatên kontra gerîla derxistin holê, rojnamevan ji aliyê hêzên tarî ve hatin qetil kirin û wiha got: “Çapemeniya Azad çandekî ku ji salên 1990’an ve destpê diye. Çandekî ku kurdan bi şêweyekî profesiyonel dest bi rojnamevaniyê kirin û gûhertina têgeha şaşe.”

Rojnamevan Veysî Sarisozen ku piştre axivî diyar got ku îro ev çalekiya ku li vir û hemû hefteyan ev çalekiya ku pêk tê dibe sembolîk be lê di rastiyekî ku keviran dilop dilop di helîne derxistin holê.

BI DEH HEZARAN ŞAHIDÊN KOMKUJIYÊ NE

Piştî Sarisozen Alikarê Hevserokê Giştî yê BDP’ê Meral Daniş Beştaş ku axivî got ku di dema ku îro li vir li kujerên windayan tê gerîn, koştin û komkujiyên sivîlan hîna bi rêbazên cuda dewam dikin. Baştaş wiha got: “Gaveke din çûne pêş li nava taxan de di kuştina zarok û ciwanên me de berdewam dikin.”

Beştaş ku diyar kir nûçeyên di çapemeniyê de derdikevin weke ferman giritin û wiha got: “Bi deh hezaran şahidên boyerê ne. Dîtin ka yên jiyana xwe ji dest dayîn çewan hatin kuştin. Nikarin vêna veşêrin. Çima êrişî çapemeniya azad dikin. Ji ber ku çapemeniya azad rastiyan di nivîse.”

Piştî daxuyaniya ku hate kirin şûnde ji bo bîranîna xebatkarên çapemeniya azad yên jiyana xwe ji dest dane 5 deqeyan çalekiya rûniştinê pêk anîn.