Xizmên windayan: Em beşdarî berxwedana Kobanê bibin
Xizmên windayan: Em beşdarî berxwedana Kobanê bibin
Xizmên windayan: Em beşdarî berxwedana Kobanê bibin
Xizmên windayan li Amed û Êlihê di çalakiyan de bûn. Di çalakiya 293’emîn a Amedê de li aqubeta Halîl Sanri yê di sala 1991’ê de ji aliyê leşker û cerdevanan ve piştî hat binçavkirin careke din agahî jê nehat wergirtin pirsîn. Li Êlihê jî xizmên windayan 293’emîn car di çalakiyê de bûn. Di çalakiya Cizîrê de jî, li aqubeta Îhsan Arslan ê di sala 1994’an de li Cizîrê ji aliyê fermandarê JÎTEM’ê Albay Cemal Temîzoz û cerdavan de ji mala xwe hat girtin careke din tu agahî jê nehat girtin pirsîn.
AMED
Xizmên windayan û şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê di çalakiyên xwe yên hefteyî de bal kişandin ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê û bang li gelê Kurd kirin ku tevlî berxwedana Kobanê bibin.

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan li Parka Koşuyoluyê çalakiya xwe ya hefteya 293'an a bi dirûşmaya, "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. DÎAYDER, TUHAD-DER, rêxistinên civakî yên sivîl jî tevlî çalakiyê bûn û di çalakiyê bal kişandin ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Kobanê. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî, diyar kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi piştgiriya hêzên navneteweyî bi armanca Kobanê tasfiye bikin pêk tên. Bîlîcî bal kişand ser girîngiya Kobanê û bang li hemû kesî kir ku tevlî berxwedana Kobanê bibin.
Sekreterê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Abduselam Înceoren çîroka Halîl Sanri yê ku di 28'ê Adara 1991'an li gundê Benova yê navçeya Cizîrê hate binçavkirin û careke din tu agahî jî wî nehatin girtin xwend. Înceoren, diyar kir ku Halîl Sanri yê 22 salî ji aliyê leşker û cerdevanan ve hate binçavkirin û li gel hemû hewldanên malbatê 23 sal in hê tu agahî jê negirtin.
Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê pêk hat.
ÊLIH
Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û xizmên windayan jî li Êlihê çalakiya xwe ya hefteyî ya bi dirûşmaya "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" li Parka Yilmaz Guney li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" hat vekirin û malbat û xizmên windahiyan wêneyên kesên hatin windakirin hilgirtin. Di çalakiyê de malbat û xizmên windayan, rêveber û endamê ÎHD, rêveberên KURDÎ-DER, MEYA-DER, Meclîsa Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên civaka sivîl, welatiyên Êzidî yên ji ber çeteyên DAIŞ’ê ji Şengalê koçberî Êlihê bûne û gelek kes amade bûn.

Li ser navê ÎHD’ê û xizmên windayan endamê ÎHD’ê Îlyas Tarim daxuyanî xwend. Tarim, bang bal kişand ser morkirin û êrîşa dibistanên Kurdî û anî ziman ku divê ziman, nasname û çanda gelê Kurd bê misogerkirin.
BANGA XWEDÎ DERKETİNA KOBANÊ HATE KIRIN
Tarim, diyar kir ku “Çeteyên Bêesil” li Başûr û Rojavayê Kurdistanê li hember gelan di nav amadekariyên komkujiyên mezin de ne û wiha got: “Çeteyên DAIŞ'ê li Şengalê li dijî gelê Êzidî komkujî pêk anîn û niha jî dixwazin li Kobanê heman komkujiyan pêk bînin. 30 welatên cîhanê û Tirkiye dixwazin DAIŞ’ê rewa bikin.”
Tarim, bang li hemû gelên Rojhilata Navîn û hêzên navneteweyî kir ku xwedî li Rojava derkevin û wiha got: “Em bang li hikûmeta AKP’ê jî dikin ku; em dixwazin hemû alîkariyên mirovane bide gelê Rojava."
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
CIZÎRÊ
Dayikên Şemîyê yên Cizîrê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqubeta Îhsan Arslan ê ku di sala 1994'an de li Cizîrê ji aliyê Fermandarê JÎTEM'ê Cemal Temîzoz û cerdevanan ve ji malê girtin û careke din tu agahî jê nehatin girtin pirsîn.

Dayikên Şemiyê yên Cizîrê di çalakiya xwe ya hefteya 301'emîn li Kolana Hunerê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiya hefteyî de aqubeta Îhsan Arslan ê ku di sala 1994'an de li Taxa Cûdî ya Cizîrê hate binçavkirin û careke din tu agahî jê nehatin girtin pirsîn. Rêveberên MEYA-DER, ÎHD'ê, Dayikên Aştiyê û gelek xizmên windayan tevlî çalakiyê bûn.
Şevkiye Arslan çîroka hevserê xwe yê hate windakirin wisa vegot: "Hemû kes qatilên wêneyên kesên li vir tên hilgirtin dizane." Şevkiye Arslan, diyar kir ku Fermandarê Cendirmeyan ê navçeya Cizîrê û ji fermandarên JÎTEM'ê yê wê demê Serheng Cemal Temîzoz û cerdevanên di nav de Hekîm Bedran jî hene bi ser mala wan de girtin û pirsa tiyê wê Osman Arslan kirin û di wê demê de berê xwe dan nasnameya hevserê wê yê li malê. Arslan, anî ziman ku piştre Temîzoz û mirovên wî ji malê derketin û demek şûnde paşve hatin û hevserê wê binçavkirin û birin.
Arslan, da zanîn ku piştî hatin binçavkirin hevserê wê û kesekî din ên bi kelepçeyî û rastî îşkenceyê hatin anîn malê û carke din her du birin. Arslan, bilêv kir ku dema hevserê wê birin keça wê bavê xwe dît û dest bi giriyê kir û li ser vê yekê bavê wê li pey xwe zivirî û got, "Keça min negirî ez ê vegerim" û ji wê rojê heya niha tu agahî ji hevserê xwe negirtin. Arslan xwest ku aqubeta hevserê wê bê diyarkirin û hesab ji kiryaran bê pirsîn.
Piştî axaftinê çalakiya rûniştinê pêk hat.