Xizmên windayan: Em piştgiriyê didin peyama Ocalan
Xizmên windayan: Em piştgiriyê didin peyama Ocalan
Xizmên windayan: Em piştgiriyê didin peyama Ocalan
Li Amed û Êlihê ÎHD û xizmên windayan aqubeta windayan pirsîn û diyar kirin ku, ew piştgiriyê didin peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di pîrozbahiya Newrozê hate xwendin û xwestin ku hemû kes li gorî rihê pêvajoyê tevbigere.
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windeyan çalakiya xwe ya hefteya 215'an li Parqa Koşuyoluyê li dar xistin. MEYA-DER û gelek welatiyan jî piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amed Racî Bîlîcî daxuyanî xwend û wiha got: "Weke tê zanîn peyama Rêberê PKK'ê Birêz Abdullah Ocalan di 21'ê Adarê de hate xwendin. Pêvajoyan nû dest pê kir. Berê jî me daxwaza vê pêvajoyê dikir. Em piştgiriyê didin vê pêvajoyê. Divê hemû kes li gorî rihê vê pêvajoyê tevbigere. Lê li gorî agahiyên ji me re tên û serlêdanan hikûmeta Tirkiyeyê wisa tevnagere. Hêj em nehatin vir 10 malbatan serî li me dan. Îşkence li girtiyên siyasî kirin e. Em van îşkenceyan qebûl nakin. Divê Wezîrê Karên Navxweyî û Wezîrê Dadê bên hişyarkirin. Divê hemû kes li gorî rihê pêvajoyê tevbigerin."
Sekretera Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Necîbe Guneş Perînçek, çîroka Îlyas Dîrîl û Zekî Dîrîl ên di sala 1994'an de li gundê Dirahinê yên navçeya Elkê ya Şirnexê hatin binçavkirin û çareke din tu agahî ji wan nehatin girtin xwend. Perînçek bûyer wisa vegot: "Berî bûyerê Îlyas û Zekî li Stenbolê li cem zêrîngirekî dixebitin. Malbatên wan li gundê Kovankaya ya Şirnexê dijîn. Zekî û Îlyas ji bo biçûn cem malbatên xwe ji Stenbolê derdikevin rê. Dema tên pereyê qezenc kirin jî bi xwe re tînin. Hinek şahidên bûyerê Zekî û Îlyas li nokteya kontrolê ya Cendirmeyan a Uzungeçîtê hatin binçavkirin û pişt re birin Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Qilebanê û ev agahî dan xizmên wan. Mala li qereqolê aqubeta zarokên xwe dipirsin. Rayedar dibêjin wan Zekî û Îlyas binçavkirin lê pişt re serbest berdan. Li gorî îdîayên hinek şahidên din Zekî û Îlyas di helîkopterê de avêtin. Malbata Zekî û Îlyas ser lî saziyên fermî didin lê hemû serlêdanên wan bêencam dimînin" Perînçek, anî ziman ku piştî malbatan li Tirkiyeyê tu encama bidest nexistin doz birin DMME'yê. Perînçek da zanîn ku, DMME'yê di 19'ê cotmeha 2006'an Tirkiye mehkum kir.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.
ÊLIH
Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û xizmên windayan jî bi heman armancê li Kolana Gulîstanê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayîkên Aştiyê, BDP, KURDÎ-DER, MEYA-DER û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Rêveberê Şaxa ÎHD'ê yê Êlihê Îlyas Ekîncî diyar kir ku, ew 215 heftene ji bo windayan çalakiyan li dar dixin. Ekîncî bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Newrozê de Amedê de hate xwendin û wiha got: "Em di pêvajoya hevdîtinên aştiyê yê di navbera Rêberê PKK'ê Birêz Ocalan û dewlet û hikûmetê de pêk tên de ne. Newroza sala 2013'an bê bûyer derbas bû. "
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.