Xizmên windayiyan: Bila kujerên komkujiya Roboskiyê werin darizandin

Xizmên windayiyan: Bila kujerên komkujiya Roboskiyê werin darizandin

Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û xizmên windayan bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizand di hafdaya 255 de li kolana Gulistanê çalakiya xwe pêk anîn.

Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û xizmên windayan bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizand di hafdaya 255 de li kolana Gulistanê çalakiya xwe ya heftane berdewam kirin. Di çalakiyê e nûnerên ÎHD, Dayikên Aştiyê, BDP, MEYA-DER, KURDÎ-DER, Saziyên Civakî û gelek welatî amade bûn. Di çalekiyê de wêneyên windayiyan û kesên ku di komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe jidest dabûn hat hilgirtin. Li ser navê malbatan Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Êlihê Osman Kunteş, axaftinek kir. Kunteş li ser Komkujiya ku 28'ê kanunê de li Roboskiyê 34 welatiyên sivîl di bonbabarandinê de jiyana xwe ji dest dabûn ji bibir anî û wiha got: "Di tirkiyê de dîzî den kirin û tu kez dengê xwe nake. Ew zarok tenê ji bona ku dabara xwe bikin di nav şert û mencên mezin de têkoşina jiyanê didan. Lê li ser wan bonba hatin barandin. Em vê hovitiyê qabûl nakin. Em ne Komkujiya Maraşê û ne Konkujiya Roboskiyê tucar ji bir nakin.

Me çawa soz ji dayikên ku aqubeta zarokên wan nediyarin dabû ku haya ku kujerên wan werin darizandin em ê li kolanan bi îro ji em soz didin ku haya kujerên Roboskiyê neyên darisadin em wek mafê mirovan her roj li kolanan bin."

Çalekî bi rûniştina 5 deqiqeyan bi dawi bû.