‘Xwedîderketina li hevalên xwe yên şehîd diyardeyek wicdanî ye’
‘Xwedîderketina li hevalên xwe yên şehîd diyardeyek wicdanî ye’
‘Xwedîderketina li hevalên xwe yên şehîd diyardeyek wicdanî ye’
Gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji bo hevalên xwe yên şehîd goristanê çê dikin.
Li Herêmên Parastinê yen Medyayê, gerîla ji bo hevalên xwe yên şehîd dest bi çêkirina goristaneke nû kirine. Gerîlayê bi navê Mezlûm Batman sedemê çêkirina vê goristanê wiha anî ziman “cenazeyê gelek hevalên salên berê şehîd ketine, hîna li erazî ne. Ev demeke dirêje em cihê cenazeyên wan lêkolîn dikin û dixwazin hemûyan di vê goristana nû de veşêrin.”
Ji bo pirsa; Di vê goristanê de bi tenê grûbek ji gerîla dixebite? wiha bersiv da “hemû hevalên jin û hevalên xort dixwazin tevlî xebatên çêkirina goristana pakrewanan bibin. Grûp hevdu diguherîne û her demekê hinek heval tên dixebitin. Di heman demê de welatparêz ji Wargeha Şehîd Rustem têne alîkariya me û ew bi xwe jî dixwazin keda wan di çêkirina vê goristanê de hebe. Xwedîderketina li cenazeyên hevalên xwe yên şehîd diyardeyeke wicdanî ye û erkeke pîroz e.”
GERÎLA LI GEL ÇÊKIRINA GORISTANA NÛ, KEVOKAN JÎ XWEDÎ DIKIN
Gerîla di heman demê de cih ji bo kevok, kîvroşk û qazan jî çêkirine û wan xwedî dikin. Li gorî rewşa demsalan cih ji wan re çêdikin û destûr nadin ku ziyan bigihîje wan.