Xwedîderketina li Şoreşa Rojava
Xwedîderketina li Şoreşa Rojava
Xwedîderketina li Şoreşa Rojava
Bayik diyar kir ku dewleta Tirk di pêvajoya agirbestê de niyeta baş a Kurdan ji bo têkbirina Şoreşa Rojava bikar tîne û got, "Ev pakêta qaşo ku dibêje ez ê vekim ji bo ser vê êrîşkariya xwe bigire dê bi kar bîne. Divê gelê Kurd nehêle ku li Mêrdîn, Riha, Dîlok û Hatayê wargehên çeteyan bên çêkirin û çete ji vir bi hêsanî derbasî Rojava bibin û êrîş bikin.
Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da xuyakirin ku dewleta Tirk pêvajoya agirbestê ji bo têkbirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bikar tîne û banga xwedîderketina li Rojava li gelê Kurd kir. Bayik di nivîsa xwe ya vê hefteyê ya li rojnameya Azadiya Welat de ev mijar nirxand:
"Îro li hemberî kurdên Rojava êrîşên çekdarî pêk tên. Çeteyên ku ji ser Tirkiyeyê derbasî herêmên ku kurd lê dijîn dibin, dixwazin xwerêveberiya kurdan ji holê rakin. Tirkiye di nava sînorên xwe de bûye piştgirê mezin ên diçin birayên xwe yên kurd qetil dikin.
Hikûmeta AKP’ê li aliyekî dibêje birayên min ên kurd, qala pakêta demokratîkbûnê dike, li aliyê din jî ji bo qetilkirina kurdên Rojava jî çekan dide dagirkeran û bi her awayî alîkariyê dide wan. Ji bo ku kurd li Sûriyeyê statuyê bi dest nexin çi ji destê wê tê dike. Ev jî nîşan dide ku dewleteke bê çiqasî dijminê kurdan e.
Difikire ku ger kurdên Rojava mafên xwe bi dest bixin wê demê polîtîkayên wan ên qirkirina çandî yên dagirkeriyê dê têk biçin. Polîtîkaya Tirkiyeyê ku li ser Rojava dimeşîne hişmendî û çaresernekirina pirsgirêka kurd radixe ber çavan. Ger ku polîtîkaya wan a çareserkirina pirsgirêka kurd hebûya wê demê dijminatiya Şoreşa Rojava nedikir. Dê bi dilxweşî nêzîk bibûya. Dewleta tirk bi awayekî aşkera nêzîkatiya xwe ya ku piştgiriyê dide çeteyên ku hevkarên wê jî ji çeteyan nerazî ne û êrîşî ser kurdan dike derxistiye holê û divê ev yek were dîtin.
'TIRKIYE DI ŞEXSÊ ROJAVA DE DIJMANTIYÊ BI TEVAHIYA KURDAN RE DIKE'
Hikûmeta AKP’ê ji bo Şoreşa Rojava têk bibe destûrê dide ku çete ji ser Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê bibin. Li Hatay, Dîlok, Riha û gelek derên din wargehên perwerdeyê ava kiriye û li wir perwerdeya çekdarî dide çeteyan. MÎT û serbazên tirk bi çeteyan re ne. Şertê ku êrîşî Rojava bikin datînin pêşiya çeteyan. Di nava Tirkiyeyê de jî ji bo van çeteyan şervanan dibînin.
Hin ciwanên kurd dixapînin û wan dişînin şerê li hemberî kurdên Rojava. Ev çete di nava Tirkiyeyê de ji gelek komele, weqf û saziyên din piştgiriyê dibînin û alîkariya lojîstîk digirin. Şîrketa Ewlehî û Parastinê SADAT a OTUKEN a Cemaeta Gulen di vî şerî de bi awayekî aktîf cih digire. Tirkiye ji bo çeteyan bûye çepera paş a herî bi ewle. Li tu devera dinyayê dewletek bi cîranê xwe re ewqasî vekirî şer nake. Wextê ku çete tengav dibin dewleta tirk bi xwe dikeve nava şer.
'DEWLETA TIRK NIYETA BAŞ A KURDAN JI BO TÊKBIRINA ŞOREŞA ROJAVA BIKAR TÎNE'
Tirkiye dixwaze bi van çeteyan li ser siyaseta Sûriyeyê serwer bibe. Bi taybetî jî kî dijminatiyê bi Şoreşa Rojava re dike piştgiriyê dide wê rêxistinê.Tirkiye bi vê polîtîkaya xwe ya Rojava ne tenê dijminahiyê bi kurdên wir re dike, di rastiyê de dijminahiyê bi kurdên hemû parçeyan re dike. Di serî de jî dijminahiyê bi kurdên bakurê Kurdistanê re dike. Ji ber vê yekê tu kurdek bi çavên baş li hikûmeta AKP’ê nanêre û tiştekî erênî jê hêvî nake. Bi rastî di vê pêvajoya agirbestê de niyeta kurdan a baş di têkbirina Şoreşa Rojava de bi kar tîne.
Ev pakêta qaşo ku dibêje ez ê vekim ji bo ser vê êrîşkariya xwe bigire dê bi kar bîne. Jixwe bi hefteyan e dibêje ez ê pakêtê vekim û bi vî awayî dixwaze polîtîkaya xwe ya dijminahiyê ya li hemberî Rojava veşêre.
Divê ji niha şûnve di serî de bakurê Kurdistanê û hemû kurd hestiyariya wan a bingehîn rojavayê Kurdistanê be. Ji bo pêşiya êrîşên li hemberî Rojava bigirin divê li cem Şoreşa Rojava bin û di vî alî de divê peywira wan a sereke tevkariya bi Rojava re be.
'PÎVANA XWEDÎDERKETINA LI ŞOREŞA ROJAVA KEÇA LEHENG ŞEHÎD RONAHÎ YE'
Divê di serî de nehêlin ku li Mêrdîn, Riha, Dîlok û Hatayê wargehên çeteyan bên çêkirin, bi hêsanî nekevin Rojava û bajarên ser sînor ên Kurdistanê wekî baregeh bi kar neynin û nehêlin ku êrîşî Rojava bikin. Niha ev peywir ji bo kurdên bakurê Rojava deynê namûs û rûmetê ye. Kurdên ku xwedî li Şoreşa Rojava dernekevin û nikaribin çeteyên ku ji ser sînor derbasî Rojava dibin biqewirînin, ew nikarin xwedî li xwe derkevin.
Keça kurd a leheng Ronahî ya ji Amedê ye di şerê çeteyan de li Efrînê şehîd ket. Ev keça leheng bi vê têkoşîna xwe nîşan da ku divê gelê kurd çawa xwedî li Şoreşa Rojava derkeve. Vaye pîvana xwedîderketinê ev e. Wextê ku ev pîvan hebe çete dê çawa li ser sînorê Hatay, Riha û Dîlokê baregehan ava bikin û êrîşî Şoreşa Rojava bikin? Divê kurdên bakurê Kurdistanê di zanebûna bendewariya kurdên Rojava de bin û li gorî vê yekê berpirsyariya xwe bi cih bînin.
Hikûmet û dewleta ku dijminatiyê bi Şoreşa Rojava re dikin, nikarin pirsgirêka kurd çareser bikin. AKP bi salan e li şûna ku pirsgirêka kurd çareser bike, bi neçareserkirina pirsgirêkê dixwaze xwe bide jiyîn û vê polîtîkayê dimeşîne. Ji dewletê, derdorên nijadperest û derdorên din re dibêje ku ew ê vê pirsgirêkê ji holê rake û bi vê yekê li desthilatdariyê dimîne. Ji kurdan re jî dibêje: “Ez ê vê pirsgirêkê çareser bikim” û bi vê mijûlkirinê dixwaze ji bo desthilatdariya xwe rewşa siyasî diafirîne. Ji ber vê yekê hikûmeta AKP’ê partiyeke rantxur a ku li ser hebûna pirsgirêka kurd xwe dide jiyîn e. Bi vê aliyê xwe polîtîkaya herî bêwijdanî û bi xetere dimeşîne."