Xwediyê kana ji sê kesan re bû gor hat girtin
Xwediyê kana ji sê kesan re bû gor hat girtin
Xwediyê kana ji sê kesan re bû gor hat girtin
Xwediyê kana komirê ya li Şirnexê Yûsûf Cenîzoglû, ku kana wî di 2'ê Îlonê ji 3 karkeran re bû got, ji aliyê dadgehê ve hat girtin.
Cengîzoglû bi sedema "cihê kar ewle nekiriye û rê li ber mirinê vekiriye" hat girtin.
Roja 2'ê Îlonê ji ber hilweşîna kan komirê karker Suleyman Gokalp, Huseyîn Denkçî û Mahmût Îçkale yê 45 salî di binê xirbe de mabûn û jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî bûyerê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê jêpirsîn dabû destpêkirin.