Xwediyên Xelatên Şehîdên Çapemeniyê diyar bûn

Xwediyên Xelatên Şehîdên Çapemeniyê diyar bûn

Xwediyên 21. Xelatên Şehîdên Çapemeniya Kurd û Mûsa Anter diyar bûn.

Rojnameya Ozgur Gundem û Azadiya Welat 21 sal in hevpar pêşbirka xelata Şehîdên Çapemeniyê li dar dixe. Îsal jî 21’emîn xelata Şehîdên Çapemeniya Kurd û Mûsa Anter pêk anîn. Encama xelatan diyar bû. Pêşbirk, di beşa nûçeyên kurdî, nûçeyên tirkî, wêne, karîkatur de pêk hat. Kesên ketin rêzê û xelat heq kirin dê xelatên xwe li Amedê werbigirin. 

Xelatên 21. Pêşbirka Rojnamevaniyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê, dê 20’ê mehê li Salona Şano ya Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn bi merasimekê bên dayîn. Di beşa kurdî de endamên jûrî Evîn Buldan, M. Alî Ertaş, Rizoyê Xerzî, Gulistan Îke û Amed Dîcle; di beşa nûçeyên Tirkî de Nadîre Mater, Ertugrul Mavîoglu, Fatih Polat, Berat Gunçikan, Huseyin Aykol, di beşa wêneyan de Ramazan Ozturk, Gultekîn Tetîk, Îsa Çelîk, Çerkes Karadag û di beşa Karîkatur de Tan Oral, Gulay Batur, Sarkîs Paçaci, Halîl Încesu nûçe hilbijartin û xelat diyar kirin. 

BEŞA KURDÎ

Nûçeya ku di beşa kurdî de xelata yekemîniyê wergirtiye, nûçeya Dildar Aryen (ANHA) a bi sernavê “Derwêşê folklora kurdî” ye. Aryen di nûçeya xwe de ligel aliyên folklorîk ên çanda kurdî, helwdanên parastina vê çandê ya ji aliyê Salih Heydo ve derdixe pêş. Xelatên Juriyê yên Taybet jî Omer Tur û Enwer Şîn bi nûçeya xwe ya ‘El- Qaîde+ Hîzbûllah+ El Nusra= Komkujiya Kurdan’ û Erdogan Altan jî bi nûçeya xwe ya bi sernavê ‘Jina ku cerdevan tecawizê wê kir dawî li jiyana xwe anî’ layiqê xelatê hatine dîtin. 

BEŞA TIRKÎ

Nûçeya ku di beşa tirkî de xelata yekemîniyê wergirtiye, ji rojnameya Radîkalê Mesut Hasan Belî bi nûçeya xwe ya “ ‘Samîmiyetîne Guvenîlmez’ Kurtler – Kurdên ‘bawerî bi samîmiyeta wan nayê’” bi nûçeya nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Hayrî Demîr û Hasan Yoldaş a bi navê ‘Îşte ambulansin Şahîn Oner'î karakoldan aldiginin kaniti- Vaye delîla ku ambulans Şahîn Oner ji qereqolê girtiye’bi hevparî wergirtine. 

Di beşa tirkî de Xelatên Juriyê yên Taybet jî ji DÎHA’yê Guler Can û Hulya Emeç bi nûçeya xwe ya bi sernavê ‘Bir fotografin tanikligi-Şahideiya wêneyekî’ û li ser navê hemû rojnamegerên girtî ji bo ‘nûçeyên wan ên nehatine nivîsîn’ ji rojnameya evrenselê Sadiye Eser wergirtine. Xelata ‘nûçeyên wan ên nehatine nivîsîn’ jî ewê di Muzeya çapemeniyê de were parastin. 

BEŞA KARÎKATURAN

Karîkatura ku xelata yekemîniyê wergirtiye, karîkatura Musa Keklîk a bi navê "Gogun Rengî- Rengê Ezman’ wergirtiye. Juriya karîkaturan ligel vê karîkatura Bêrîvan Ayral a bi navê ‘Adalet-Edalet’, a Mahmut Ulusan a bi navê ‘Uç- Beş Agaç- Uç Beş Însan / Du Sê Dar Du Sê Mirov’ bi Xelata Juriyê ya taybet xelat kirine. Di beşa wêneyan de juriya wêneyan di nav berhemên ku serlêdan kirine de ji berk u wêneyek layiqê xalatê nedîtine, di vê beşê de xelat nehatiye dayîn. 

XELATA TAYBET

Xelata Jurî ya ya Taybet a Gurbetellî Ersoz, îsal ji ber xebat û pêşxistina nûçegihaniya jinê, di çapemeniyê de derxistina pêş a nêrîna jinê ajansa nûçeyan a jinan JINHA layiqê vê xelatê hatiye dîtin. JINHA’ya ku 8’ê adara 2012’an hat vekirin ji wê demê heta niha ji bo derxistina pêş a ked û xebata jinê û rengê jinê xebatên xwe didomîne. Xelata Kedê ya ku her sal wekî kevneşopî tê dayîn jî îsal layiqê yek ji Gerînendeyên Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol hatiye dîtin.