Xwendekar çûn serdana goristana şervanên YPG/YPJ'ê

Xwendekar çûn serdana goristana şervanên YPG/YPJ'ê

 Bi munasebeta Cejna Qurbanê Xwendekarên Kurd ên Welatparêz heta Goristana Şehîd Xebat Dêrik meşiyan.

Konfederesyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz li Dêrikê û Girkê Legê bi munasebeta Cejna Qurbanê heta ser goristana Şehîd Xebat Dêrik meşiyan. Meşa xwendekaran bi tevlîbûna 150 xwendekarî ji Dêrikê saet di 13.00’an de dest pê kir.  Ciwanên ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, wêneyên Şehîdan û sembola Konfedresyonê vekiribûn bê navber diruşmeyên dilsoziya bi YPG/YPJ'ê re berz dikirin.

Ciwanên 3'an saetan meşiyan saet di 16.00’an de gihiştin Goristana Şehîd Xebat Dêrik. Li vir xwendekar deqeyek rêz girtin û piştre bavê Endamê Konfedresyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz Metîn Mihemed yê ku di pevçûnên herêma Çilaxa de jiyana xwe ji dest dabû axivî. Bavê Metîn Mihemed da zanîn ku ew ê heta dawî xeta YPG/YPJ’ê biparêzin û xwedî li xeta şehîdan derkevin.Bavê Mihemed girtina sînorê di navbera Bakur û Rojava ku ji aliyê Tirkiyê pêk tê şermezar kir. Piştî axaftin bi dawî bû xwendekaran gurzên gulan danîn ser gorên cangoriyên Kurdistanê.